Ji nûve şiîrên Şêrko Bêkes

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 00:23

Weşanên Avestayê, di 30 saliya damezirandina xwe de, pirtûka xwe ya yekem a ku sala 1995’an weşandibû, ji nû ve çap kir.

Pirtûka helbestan a helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes a bi navê “Ji nav şiîrên min” bi çapa xwe ya 4’an careke din digihêje ber destê xwîneran.

“Ji nav şiîrên min” a ku ji helbestên bijarte yên Şêrko Bêkes pêk tê, ji aliyê Rûken Bagdu û Bedran Hebîb ve ji Soranî li Kurmanciyê hatiye wergerandin û 72 rûpel e.

“Ji nav şiîrên min” ji ber ku pirtûka yekem a weşanxaneyê bû ku sala 1995’an dest bi rêwîtiya xwe ya weşangeriya Kurdî kir ji bo Weşanên Avestayê xwedî wateyeke taybet û dîrokî ye. Çapkirina wê ya cara 4’an di 30 saliya weşanxaneyê de wekî pîrozkirineke vê rêwîtiya dirêj tê dîtin.

Di berga paşîn a pirtûkê de ev helbesta navdar a Şêrko Bêkes cih digire:

Eger ji nav şiîrên min
gul bavêjin derve
ji çar werzan
werzeke min dimire.

Eger yar bavêjin derve
duduwê min dimirin.

Eger nan bavêjin derve
sisiyên min dimirin.

Eger azadî bînin der
sala min dimire û
ez bi xwe jî dimirim.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.