Pêşniyareke xweşkok; ‘Hefteya Nivîskaran’

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 16 Tebax 2025 - 00:40

FIRAZ BARAN

Ez dixwazim bo hemû gelê Kurdistanê pêşniyarekê bikim. Gelek nivîskarên me di meha Cotmehê de koça dawî kirin. Loma, em dikarin di nav meha Cotmehê de hefteyekî "Hefteya Nivîskaran" îlan bikin. Sedema vê pêşniyarê çi ye? Ka binêrin meha Cotmehê de me kîjan qelemên zêrîn, rê kirine:

7ê Cotmeha 1988: Nûredîn Zaza koça dawî kir.

8ê Cotmeha 1997: Gurbetellî Ersöz, koça dawî kir. (Ew yekem berpirsa jin a rojnameyek rojane bû.)

11ê Cotmeha 2007: Nivîskar Mehmed Uzun koça dawî kir.

12ê Cotmeha 1948: Dildar, nivîskarê "Ey Raqîb," koça dawî kir.

21ê Cotmeha 1282: Îbn Xelîkan koça dawî kir.

22yê Cotmeha 1984: Helbestvanê mezin Cegerxwîn koça dawî kir.

24ê Cotmeha 1997: Casimê Celîl koça dawî kir. Ew weşanger û helbestvan bû. Bavê Profesorên Dîrokê Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl û Muzîknas Cemîla Celîl bû.

29ê Cotmeha 2018: Ethem Xemgîn koça dawî kir.

31ê Cotmeha 1985: Mamosteyê mezin Qanatê Kurdo koça dawî kir.

Niha ez bawerim sedema pêşniyara min zelal bû. Werin, em hefteyekê di nav meha Cotmehê de diyar bikin û wekî "Hefteya Nivîskarên Kurdî" îlan bikin.

Em dikarin wê hefteyê gelek bajarên cuda, çalakiyên cuda li dar bixin. Li Silêmanî, Hewlêrê, li Amed, Sine, Kobanê û Qamişloyê... Wê hefteyê em biçin ser gorên nivîskarên xwe. Her kes li ser dîna xwe ji wan re duayan bike. Bi rêya van çalakiyan em dikarin hemû nivîskarên ku koça dawî kirine bi bîr bînin. Cotmeh yan Çile ferq nake. Hemû nivîskarên xwe...  Xebatên wan nîşanî nifşê nû bidin.

Ji Zerdeştê Kal bigire heya Ehmedê Xanî û Pîremerd... Me ne tenê bi alfabeya Aramî, Latînî û Kirîlî nivîsiye... Bi hezaran sal in bav û kalên me bi gelek alfabeyên cuda nivîsandine.

Û ne tenê bi zimanê Avesta û Kurdî... Wextê Babîlê Akadî jî nivîsandine, dema Heredot Yewnanî jî nivîsandine. Heya îro Farsî, Erebî, Osmanî, Ermenî, Rusî û zimanên cuda jî nivîsandine. Û bi her zimanî nivîskarên mezin derxistine û bûne ronahî ji bo miletan. Îro jî ev kevneşopî bi zimanê Kurdî û zimanên cuda berdewam e. Helîm Yûsiv, Bextiyar Alî, Karosh Taha, Menaf Osman, Rêşad Sorgul, Leyla Atabay û gelek navên din li ser rêça bav û kalên xwe dimeşin.

Em dikarin "Hefteya Nivîskaran" li ser mijarên cuda konferansan li dar bixin. Bo nivîsandin û dokumentasyonê gelek pêdiviyên me hene. Em wan biaxivin. Başûr û Rojavayê Kurdistanê derfetên me yên zêrîn çêbûne. Ji bo nivîsandin, lêkolîn, arşîv kirin em dikarin çi bikin? Û li ser gelek mijarên cuda em dikarin biaxivin.

Me tenê kaniyek vexwariye bo nivîsandinê

Pêwîste em hemû taybetmendiyên gelê xwe binivîsin. Nivîs bingeha her karî ye. Kurdistan û gelê Kurd bahr e, me tenê kaniyek vexweriye bo nivîsandinê. Bi mîlyonan mijar û çîrok hene ku benda me ne û em binivîsin. Wek mînak: BAASê 5 hezar gundên me wêran kirin. Pêwîste yeko yeko em çîrokên wan gundan binivîsin. Li Bakurê Kurdistanê Roma Reş çar hezar gundên me wêran kirin. Hin gundên me hene xwediyê 75 şehîd in. Lê kitêbek jî tune ye li ser wan gundan... Hîç kesek xwe nexepîne. Hên me tiştek nenivîsandiye.

Wek mînak: 10 dînên me hene û li Kurdistanê bi dehhezaran zîyared, tirb û cihên pîroz hene. Me ji wan çend heb nivîsandiye? Em ji biyologên Kurd bipirsin: Giyayên kîjan çiyayê Kurdistanê hatine nivîsandin? Em werin cem hev û şagirtên zanîngehên Başûr û Rojavayê Kurdistanê teşwîqî lêkolînên mijarên cuda bikin.

Bav û kalên me bi dehhezaran kitêb hiştine. Kitêbên destnivîsî... Di malan û medreseyan de dirizin. Pêdivî ye ku em wan berhev bikin, biparêzin, lêkolîn bikin û wekî kitêb yan jî PDF ji nû biweşînin. Tonek kar û xebat benda me ye.

Pêşniyara min... Ez dibêjim 21-31ê Cotmehê em wekî Hefteya Nivîskarên Kurd îlan bikin û her sal em dikarin nivîskarekî koç kirî bikin mêvan û danasîna wî bikin.

21ê Cotmehê Ibn Xelîkan e û 31ê Cotmehê Mamoste Qanadê Kurdo ye. Gelê Kurd xwedî dîrokek dûr û direj e. Binêrin, 1282 me Ibn Xelîkan rê kiriye. Bi vê munasebetê hemû nivîskarên ku rêya gelê me ronî kirine, hêz û moral dane, manewîyata me têr kirine carek din bi bîr tînim. Ji Dînewerî bigire heya Celadet Bedîrxan û Apê Mûsayê kal...

Va ye lînka dîtbarî ya ku min di derbarê vê pêşniyarê de hazir kiriye;

https://youtu.be/hq7NMscCUmA?si=g7HvGNMSvNSTfyID

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.