Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên Apê Mûsa (Mûsa Anter) ên ku li ber dest nemabûn ji nû ve çap kir û belav kir. Kesên pirtûkan bixwazin dikarin li ser malpera Weşanxaneya Aramê peyda bikin.
Di nav 5 pirtûkan de ku ji nû ve hatine çapkirin “Birîna Reş” û “Çinara Min” bi Kurdî ne. Wekî din pirtûkên wî yên bi Tirkî hatine çapkirin jî ev in; Kımıl, Frat Marmara’ya Akar û Olaylı Yazılar.
Mûsa Anter di pirtûka xwe de ya bi navê “Çinara Min” dibêje; “Însanê ku eşqa welatê wî pê re tine be, ji heywanan jî jêrtir e. Çima? Carinan gundek ji gundekî din kerekî yan jî çêlekekê, gakî dikire, te dît ew heywan ku filitî, direve diçe gundê xwe. Ê ma lawo, Tirkino, ma em Kurd wek ker û çêlekan jî nayên? Yanî hûn li Nisebînê, Cizîrê, Kercewsê, Şirnexê û li Kurdistanê, tev de nevî û zarokên me bikujin û em ê bêjin “vatan, vatan ve miletin bölünmez bütünlüğü.” Çawa hûn vê ji me dixwazin? Kurdê ku wek we bêje, ez jî tevlê, nalet li bavê wî be.”
NAVENDA NÛÇEYAN