Miracaetên ji bo xelatên Apê Mûsa didomin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 24 Tebax 2024 - 00:56

Miracaetên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter (Apê Mûsa) û Şehîdên Çapemeniya Azad ku ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê wê îsal ya 31'emîn bê lidarxistin, didome. Pêşbazî wê di warê nûçeyên tirkî, nûçeyên bi dîmen, nûçeyên kurdî, wêne, karîkatur û nûçegihaniya jinê bê lidarxistin. Ji bo serlêdanan roja dawî 10'ê Îlonê ye. Kesên layiqî xelatan bên dîtin, wê di 18'ê Îlonê de bên eşkerekirin. Xelat jî wê di 22'yê Îlona 2024'an de bi merasîmekê bên dayîn. 

Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Ahmet Guneş têkildarî girîngiya pêşbaziyê û miracaetan axivî. 

Guneş bibîr xist ku gelek rojnamevanên di bin banê Çapemeniya Azad de xebitîne di dema karê xwe de ji ber hedefnîşandana dewletê hatine qetilkirin û got ku yek ji van jî Mûsa Anter bûye. Guneş da zanîn ku ji ber ku Anter hem nivîskarê rojnameyê bûye hem jî rewşenbîr bûye navê wî li pêşbaziyê hatiye kirin. Guneş got ku ji ber vê Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Axzad girîng in. 

Yenî Yaşam li hepsan qedexe ye!

Guneş diyar kir ku zextên li ser Çapemeniya Azad ji salên 90'î heya niha didomin û got ku Rojnameya Yenî Yaşamê li girtîgehan hatiye qedexekirin. Guneş got: "Rojnameya Yenî Yaşamê bi awayekî der hiqûqî li radestî girtiyan nayê kirin. Lê belê girseyeke me ya zêde li girtîgehan heye. Ji girtîgehan jî serî li rojnameya me hatiye dayîn. Lewma em dixwazin mabatên girtiyên siyasî haya girtiyan pê bixin ku pêşbazî heye. Ji lewre ew jî her sal xebatên xwe dişînin." 

Fikr û berxwedan ji bo me girîng e

Guneş bibîr xist ku miracaet didomin û got: "Çapemeniya Azad her tim nirxên xwe parastiye û mîrateya kesên di vê rêyê de bedêl dane parastiye û hatiye roja îro. Hem mîzaha Mûsa Anter hem jî fikrên wî û awayê wî yê berxwedanê ji bo me girîng e. Lewma gava em van xelatan di şexsê wî de didin, di heman demê de ev kes hevalên me ne ku di salên 90'î de şehîd bûne. Ev xelat ji bo hevalên me yên li sirgûnê û ji bo hevalên me yên di girtîgehan de jî girîng e."  

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.