Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn

Sêşem 19 Îlon 2023 - 00:15

Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad a Mûsa Anter ku îsal cara 30’emîn ji bo bîranîna aqilmendê Kurd Apê Musa (Musa Anter) û kedkarên çapemeniyê yên şehîd bûne, hatin diyarkirin. Di pêşbirka ku ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşam ve hat organîzekirin de di 5 beşên cuda de xelat hatin dayîn: 

Xelata Nûçeya Kurdî

Ferîd Demîrelê bi nûçeya xwe ya bi navê “Fermandarê rêxistina Ahrar’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklûyê derçûye” ku di bianetê de hatiye weşandin, hêjayî xelata yekemîn hat dîtin.

Xelata Nûçeyên Tirkî 

Juriya Nûçeyan a Tirkî xelata yekem da nûçeya edîtorê girtî yê Ajansa Mezopotamyayê Abdurrahman Gok ku bi navê “Ez li Rojhilat û Îranê me: Hêviyek nû ya Îranê” ku “Jin Jiyan Azadî” li cîhanê belav kir.

Xelata taybet a juriyê 

Ji Rojnameya Yeşîl Metîn Yoksu bi nûçeya “Piştî Şirnexê Sêrt: Di 6 mehan de herî kêm 60 kîlometrekare qada daristanê hat tunekirin.” Xelata Taybet a Juriyê wergirt. Dîlan Pamuk a ji Rojnameya Yeşîl bi nûçeya xwe ya “Li Yataganê li ser sûc hatin girtin: Şîrket biryara dadgehê ji nedîtî ve tê” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hate dîtin. Ji Rojnameya Bîrgunê Îsmaîl Arî bi nûçeya “Gel jehrî kirin” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hate dîtin.

Xelata Rojnamegeriya Jinê 

Juriyê xelata yekem a beşa Rojnamegeriya Jinê da rojnamevan Nazîla Maroufian a ku li Îranê bi bavê Jîna Mahsa Emînî Amjad Emînî re hevpeyvîn kir. Nazîla Maroufian yek ji wan rojnamevanan bû ku îdiaya rejîma Îranê ya ku dibêje Jîna Mahsa Emînî ji ber krîza dil miriye derewand û rastiyê ji raya giştî re ragihand.

Xelata wêneyê

Bi wêneyê xwe yê bi navê “Destê Dewletê” xelata yekemîn Ardîl Batmaz girt. Juriya wêneyan jî biryar da ku Xelata Taybet a Juriyê bidin Sedat Suna û Efekan Akyuz.

Xelata Karîkatûran

Erhan Yaşar Babalik di kategoriya karîkaturan de hêjayî pileya yekem hat dîtin. Juriya Karîkatûran jî biryar da ku Xelata Taybet a Juriyê bide Muammer Kotbaş.

Xelata rûmetê

Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ji ber çalakiyên der barê kesên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin hêjayî Xelata Rûmetê hat dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.