Em bi Nagîhan Akarsel serbilind in
Duşem 6 Cotmeh 2025 - 03:35
Endama Komîteya Jineolojî ya Şengalê Sara Botan di salvegera 3'yemîn a şehadeta Nagîhan Akarsel de soza domandina xebatên wê nû kir û got: "Bi hezaran weke Nagîhan di riya heqîqet û azadiyê de hatine hedefgirtin. Em jî bi rêwîtiya van jinan serbilind in. "
Yek ji damezrînerên Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel e. Ew di belavkirina zanista jin û jiyanê de lêkolîner bû, hemû kêliyên jiyana xwe kiribû xizmeta vê zanistê. Gelek berhem û nivîsên wê yên ku zanista jinan vedikolin hene. Nagîhan bi xebat û têkoşîna xwe li çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Rojava û Başûr deng veda, bû pêşenga jinên azadîxwaz. Li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê navendên Jineolojiyê ava kir û jinan di vê rêwîtiyê de bi pêş xist. Nagîhan bû îlhama têkoşînê ji hemû jinan re.
Nagîhan Akarsel bi sûîqesdek dewleta Tirk li bajarê Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê, di 4'ê Cotmeha 2022'yan de hat hedefgirtin û jiyana xwe ji dest da. Bi hebûn, berhem, nivîs, dilnizmiya xwe di nava jinan de dihat nasîn.
Nagîhan Akarsel di nava civaka Êzidî de bi taybetî di nava jinan de jî bi ken, hest û ramanên xwe dihat nasîn û ket dilê hemû jinan. Li ser dîroka Êzidiyan û Êzidîxane lêkolîn kir. Bi armanca domandina xebat û têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsel di salvegera wê ya duyem de li Şengalê bi awayek fermî Akademiya Jineolojiyê hat avakirin.
Endama Komîteya Jineolojî ya Şengalê Sara Botan der barê salvegera 3'yemîn a şehadeta Nagîhan Akarsel axivî û behsa domandina têkoşîn û xebatên xwe li ser şopa şehîd Nagîhan Akarsel kir.
Sara Botan destnîşan kir ku di duyemîn salvegera şehadeta Nagîhan Akarsel de Akademiya Jineolojî ya Şengalê hatiye avakirin û weke bersivek ji dagirkeriyê re bûye, bi van gotinan axaftina xwe domand: "Bi armanca şopandina rê û xebatên Nagîhan Akarsel me ev akademî vekir û bû du sal em kar û xebatên xwe li ser bingeha zanakirin û hişyarkirina jinan û civakê, danasîna jineolojiyê bi wan û berfirehkirina xebatên ku hevala Nagîhan dabû destpêkirin, didome. Bi hedefgirtina Nagîhan Akarsel xwestin derbeyek li rêwîtiya azadiya jinan bidin, da ku ew di riya azadiyê de gavan paşve bavêjin."
Sara Botan di dawiya gotinên xwe de soza têkoşînê dubare kir û got: "Bi hezaran weke Nagîhan di riya heqîqet û azadiyê de hatine hedefgirtin. Em jî bi rêwîtiya van jinan serbilind in. "
NÛJINHA / ŞENGAL