Xeteriya li herêmên veqetandî

Duşem 17 Mijdar 2025 - 03:35

Li gorî encamên destpêkê, dengên Kurdan li seranserê Herêmên Veqetandî (Madeya 140) kêm bûne û kursiyên xwe jî winda kirine. Ji ber vê yekê Kurd niha windakerên hilbijartinên 11’yê Mijdarê yên van herêman in. Sedema yekem a vê yekê parçebûn û pevçûna di nav malbata Kurdan de û beşdariya belavbûyî ya partiyên Kurd ya di hilbijartinan de ye. Li gorî encamên Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê, aliyên Kurdî li parêzgeha Kerkukê bi giştî 252 hezar û 736 deng anîne ku ev pênc kursî. Aliyên Ereb 232,716 deng, ango pênc kursî bidest xistine, her wiha aliyên Tirkmen jî 98,896 deng, ango du kursî bidest xistin. Ereb û Tirkmenan bi hev re 331,612 deng bidest xistin. Bi gotineke din, Ereb û Tirkmenan bi hev re 78 hezar û 876 deng li pêş partiyên Kurd bidest xistin, ku ev jî beramberî du kursiyane. Yek ji wan ya PDK’ê ye û ya din jî ya YNK’ê ye. Ango ev her du kursî jî yên Kurdan in Ereb û Tirkmenan zêde bidest xistine. Dengên Tevgera Nifşê Nû,  Partiya Sosyalîst û Yekgirtû û Komelê ji ber ku têra kursiyan nekir, vala çûn.

Ev encam ji bo Kurdên parêzgeha Kerkukê şok û xeternak e. Ji dema hilweşîna rejîma Baas a di sala 2003’yan de, Kurdan her tim piraniya dengan bidest dixistin ku ew jî şeş kursî bûn. Lê ji 2003’yê ta niha ev cara yekeme ku Kurdan li Kerkukê piraniya dengan bidest naxin û 5 kursiyan distînin. Ew jî 4 kursî yên YNK’ê û kursiyek jî ya PDK’ê ye.

Rola PDK û YNK’ê di wendakirinê de

Li parêzgeha Selahedîn, ku Xurmatû û derdora wê jî di nav de ye, YNK bi awayekî serbixwe beşdarî hilbijartinê nebû. Namzetê YNK’ê Kerîm Şikur, ku wekî Mela Kerîm jî tê nasîn, bi lîsteya Cemahîr Weteniyeyê bû namzet. Wî nêzîkî 15,000 deng wergirt û sernekeft. Hejmara Kurdan li parêzgehê ji vê hejmarê pir zêdetire û Kerîm Şikur  di gera 5’emîn ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de bi ser ket û bûbû parlamenter.

Li Bazina Nînovayê jî, PDK’ê 189,208 deng wergirt, ku beramberî çar kursiyane û kursiya kotayê re jî pênc kursî bidest xist. YNK bi lîsteya Rayan Kildanî li wê parêzgehê beşdarî hilbijartinê bû. Vê lîsteyê 56,346 deng bidest anî bi vê encamê tenê du kursî bidest xist. Tevî ku parêzgeha Nînovayê ji 34 kursî hene, Kurdan gelek kêm kursî bidest xist. Li parêzgeha Diyalayê, ku Xaneqîn jî di nav de ye, Kurdan piraniya dengên xwe winda kirin û tenê bi kursiyek a kotayê namzetek bi serkeft û ew jî yê PDK’ê bû. Lîsteyên din yên Kurdan, namzetê YNK yê Xaneqînê 29 hezar û 86 deng, Partiya Sosyalîst 433 deng, Nifşê Nû hezar û 552 deng wergirt. Ango, her sê partiyan 31,071 deng wergirtin. Lêbelê, namzetê PDK’ê ku bi lîsteya Ereb ya Ezim beşdar bû, bi serkeft. Di pênc demên borî yên Parlementoya Iraqê de, kursiya Xaneqînê her tim ji aliyê YNK’ê ve dihatin bidestxistin. Nakokiyên navxweyî yên aliyên Kurd û pevçûnên di navbera partiyên Şîe û Sunnî yên di hevpeymaniya YNK’ê de, bûne sedema paşveçûna girîng a YNK’ê ku ev yek bûye sedema windakirina kursiya xwe ya her tim garantî.

PDK’ê pênc namzedên kota ya ji Şîeyên Nînova, Feyliyên West, Xiristiyanên Kerkûkê, Xiristiyanên Duhokê û Xiristiyanên Hewlêrê ji xwe re birin. Bi teknîka kes a namzetiya kotayê, ji hilbijêrên xwe re ferman daye ku dengê xwe bidin yê kotayê. Ev yek jî hemû ketin xizmet û berjewendiya PDK’ê. Kurdan li parêzgehên Kerkûk, Nînova, Selahedîn û Diyalayê kursiyên xwe winda kirine. Ev yek destpêkek xeternake ji bo Herêmên Veqetandî ku wê di hilbijartinên pêş de ji bo Kurdan windahiyên mezin bi xwe re bîne. Tê payîn ku Kurd êdî nikaribin li parêzgehek mîna Kerkûk, ku niha ji hêla Kurdan ve tê rêvebirin, desthilatdariyê dîsa bidest bixin.

Divê Kurd stratejiyeke nû pêş bixin

Gelek sedemên kêmbûna dengên Kurdan li Herêmên Veqetandî hene. Lê ya herî girîng ewe ku Kurdên li van herêman bi awayekî cuda û parçe beşdarî hilbijartinan bûn. Gelek Erebên ji derve anîn van herêman û dengê xwe dane. Hejmareke mezin ji Kurdan ji Kerkûk, Nînova, Selahedîn û Diyalayê hatine koçberkirin û venegeriyane ser cih û warên xwe. Qanûn û sîstema hilbijartinê ya xirab bi awayek giştî li dijî berjewendiyên Kurdan bû. Eger Kurd bi plan û stratejiyeke nû beşdarî hilbijartinên paşerojê nebin û xizmeta Kurdên li van van deveran nekin, çarenûsa Herêmên Veqetandî wê di pêşerojê de di xetereyê de be û dibe ku ew ji destê Kurdan derkevin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.