Li dijî bicihkirina zimanê tirkî nerazîbûn

Sêşem 18 Mijdar 2025 - 03:12

Bi destpêka sala nû ya xwendinê ya 2025-2026'an re, Zanîngeha Şamê beşa zimanê tirkî di Fakulteya Wêje û Zanistên Mirovî de vekir. Hat diyarkirin ku biryar ji bo Meclisa Bilind a Fêrkirinê hat rakirin da ku bi awayekî fermî were dayîn.

Li hemberî vê biryarê bi berfirehî nerazîbûn hat nîşandan. Çavdêr dibêjin biryar neheqiyê li mafên pêkhateyên resen ên Sûriyeyê dike û diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê daxwazên pêkhateyan ên perwerdeya bi zimanê dayikê paşguh dikin, li kêleka wê jî ew rê dide zimanê Tirkî ku derbasî zanîngeh û dibistanên Sûriyeyê bibe. Der barê mijarê de, rêveber û endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirina Civaka Demokratîk (KPC-D) û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) helwesta xwe anî ziman. Endama SZK'ê Engîzek Reşîd got biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê neheqiyê li mafên pêkhateyên resen û nasnameyên wan ên çandî dike. Engîzek Reşîd diyar kir ku ev biryar nîşana domandina siyasetên paşguhkirina pêkhateyan û bişaftina nasnameyên li Sûriyeyê, dide.

Hevseroka KPC-D ya Helebê Zehîde Reşîd jî destnîşan kir ku rewakirina fêrkirina bi zimanê Tirkî ne li gorî hêvî û armancên gelê Sûriyeyê ne û siyasetên Baas ji nû ve vedijîne û got:"Divê her şagirtek bi mafê xwe yê fêrbûna bi zimanê dayikê girêdayî û bawer be. Ziman cewhera çand û nasnameyê ye, jidestdayîna wî jidestdayîna xwe ye." Rêveberê Peymangeha Şehîd Zozan Yûsif, Ebdulqadir got ku ev biryar li dijî xwezayiya civaka pirreng a Sûriyeyê ye û got:"Ferzkirina zimanê Tirkî di perwerdeyê de nasnameya pêkhateyên resen tune dike û çanda wan diçewisîne. Mafê ber pêkhateyê heye ku zimanê xwe fêr bibe. Zimanekî ku dîrok û girêdana pêkhateyekê temsîl nake, li wê nayê ferzkirin." Hemwextî wê, saziyên perwerdeyê û çandî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîngî bi pirrengiya fêrkirin û perwerdehiyê ji bo parastina nasnameya niştimanî ya Sûriyeyê da.

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.