Xeyalên Nagîhanê pêk tên
Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 02:05
Ji Jîneolojiyê Eylem Akti der barê “Navenda Lêkolîn û Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” ya ku şaredariya bajarê mezin a Wanê vekir de axivî û got: “Em Nagîhan û hevalên xwe yên din ji bîr nakin. Em ê xeyalên wan her tim pêk bînin.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di 7’ê Kanûnê de li navçeya Tuşba taxa Akkopru ‘Navenda Lêkolîn û Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ vekir. Pirtûkxaneya ku xeyalê endama Navenda Lêkolîna Jîneolojiyê Nagîhan Akarsel ku di 4’ê cotmeha 2022’yan de hat qetilkirin bû, piştî Silêmaniyê li Wanê hat vekirin.
Xebatkara Kovara Jîneolojiyê Eylem Akti der barê armanc û derfetên navendê de axivî.
Navendeke parastina cewherî
Eylem Akti da zanîn ku piştî şaredarî ketiye bin rêveberiya DEM Partiyê, xebatên jin û zarokan esas digirin û got: “Li gorî hewcedarî û pêşniyarên gel proje dikevin jiyanê. ‘Navenda Lêkolîn û Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ li ser hewcedariyan hat vekirin. Ev qad ji bo bibe qada xweser a hevalên jin hat vekirin. Di heman demê de navendeke wek parastina cewherî a li dijî zîhniyeta serdest hatiye vekirin.”
Em ê xeyalên wan pêk bînin
Eylem Akti di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Pirtûkxaneya Jinê piştî qetilkirina Nagîhanê li Silêmaniyê hat vekirin. Ev di alî dîroka jinan de girîng e. Ya li vir hatiye vekirin jî wek berdewamiya pirtûkxaneya Silêmaniyê ye. Em Nagîhan û hevalên xwe yên din ji bîr nakin. Em ê xeyalên wan her tim pêk bînin.Wê navend li Wanê hişmendiyekê biafirîne. Her wiha wê projeyên der barê jinan de jî bidomin. Divê em di hişmendiya girîngiya saziyên xweser ên jinan de bin.”
JINNEWS/WAN