Talana li Efrînê dewam dike
Sêşem 18 Mijdar 2025 - 15:30

- Siltana Hemdî diyar kir ku kuştin, revandin, talan û diziya mal û milkên gelên Efrînê bi rengekî bê navber tê kirin û heta niha jî dewam dike û got:” ’Vegereke ku em xwe bi rê ve bibin, em bi zarokên xwe vegerin ku ew parastina me bikin, bi artêşeke din ne pêkan e ku parastina Efrînê were kirin.”
Endama Meclîsa Edaletê û koçbera ji Efrînê Siltana Hemdî têkildarî binpêkirin û destdirêjiyên dewleta Tirk yên li ser zevî û mal û milkên gelê Efrînê axivî.
Siltana Hemdî di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku gelê Efrînê cara ewil di 2018`an de koçber bû û ew heta niha li benda vegera ji bo Efrînê ne û got: ‘’Kuştin, revandin, talan û diziya mal û milkên gelên Efrînê bi rengekî bê navber tê kirin û heta niha jî berdewam dike. Piştî êrîşa dagirkeriya cara ewil a li ser herêma Efrînê xelk ber bi Şehba û Herêmên Rêveberiya Xweser ve bi rê ket. Nêzîkî 8 salan li kampên Şehba û Til Rifatê man. Lê belê dewleta Tirk carek din bi taybet li ser gelê Efrînê dest bi pêleke nû ya êrîşan kir, bi planeke nû komên çete û dewleta Tirk a dagirker êrîş birin ser Şehbayê û cara duyemîn gelê Efrînê hate koçberkirin. Koçberên gelê Efrînê jî ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve meşiyan û ketin rê. Heta niha jî bendewariya vegera li ser axên xwe berdewam e.’’
Siltana Hemdî piştre ev yek anîn ziman: ‘’Êdî em vegereke bi ewle dixwazin, gelek malbat ber bi Efrînê ve çûne, lê belê di nava tirsekê de dijîn. Gelên ku li wir mal û milkên wan hatine desteserkirin, ew nikarin doza mafên xwe jî bikin ku ev yên wan e. Dagirkerî û çeteyên wê sûcan dikin, ne tenê li ser kesan,wan xwaza û darên Efrînê birîn û şewitandin, ew guhertinên demografîk pêk tînin.”
Siltana Hemdî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku bi hezaran malbat di nava sar û seqemê de, di nava çadir û malên sar de dijîn û wiha got: ‘’Êdî divê doza Efrînê bê çareserkirin, dibêjin ku divê her kes vegere Efrînê. Em vegereke bi ewle dixwazin.
Siltana Hemdî di dawiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Vegereke ku em xwe bi rê ve bibin, em bi zarokên xwe vegerin ku ew parastina me bikin, bi artêşeke din ne pêkan e ku parastina Efrînê were kirin. Em dixwazin zarokên me bi me ra bin û em axa xwe û bajarê xwe biparêzin. Em ê di demek nêz de jî bi vê yekê vegereke bi ewle misoger bikin.” ANF/KOBANÊ/CÛDÎ ÎBRAHÎM







