‘Operasyona Ewlehiya Domdar hewce kir’
În 8 Mijdar 2024 - 16:15
- Berdevka Ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal têkildarî Operasyona Ewlehiya Domdar da zanîn YPJ’ê di vir de roleke çalak lîstiye û wiha got:” Vê carê me operasyona xwe bi Kampa Holê re sînordar nehişt, me gundên başûr û bakurê Kampa Holê girt nava operasyonê. Xetera heyî îro Kampa Holê derbas dike, ji lewre hewceyî bi Operasyona Ewlehiya Domdar hat dîtin."
Operasyona Ewlehiya Domdar a ku di 6’ê Mijdarê de dest pê kiriye, didome. Der barê du rojên derbasbûyî û armancên operasyonê de berdevka Ragihandina Yekîtiya Parastina Jinê (YPJ) Rûken Cemal nirxandin kir.
‘Operasyona Ewlehiya Domdar dest pê kir’
Rûken Cemal got ku du rojên Operasyona Ewlehiya Domdar bi paqijkirina 200 gundan di robera 100 km. de bi dawî bûye û wiha bîlançoya wê parve kir: "Di nava du rojan de zêdetirî 50 çete û endamên şaneyên wan hatin girtin. Hejmareke zêde ji çek û cebilxaneyan hatin desteserkirin, gelek amûrên cuda yên teknîkê yên îstîxbarat û agahîgirtinê hatin desteserkirin. Bi taybetî di roja duyemîn de tunel û baregehên ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmên çolwar kolandibûn, hatin bêbandorkirin. Şêniyên gundên derdora Holê jî gelek bi şervanan re bûn alîkar, li ser vî bingehî gelek endamên DAIŞ’ê ku gelek gund û rûberên çolî yên berfireh, ji xwe re weke baregeh bi kar dianîn hatin girtin.”
Planên êrişên li ser Kampa Holê
Rûken Cemal da zanîn ku DAIŞ êrişên dewleta Tirk ji xwe re weke palpişt bi kar tîne û wisa xwe bihêz dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bihêzbûna DAIŞ’ê ya li herêmên çolistanê, sedema wê ya yekem êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ne. Ji ber rastiyeke wisa heye ku di dema êrişên dewleta Tirk de hêzên me bi erka parastina herêmê radibin. Tevî ku di van rojan de êrişên pir dijwar û giran li ser herêma me hebûn û tevî ku gelek xeteriyên cidî heta niha jî hene lê xetera ku DAIŞ careke din zindî bibe heye lewra pêwîst e operasyonên wiha xurtir bibin.”
‘Operasyona Ewlehiya Domdar hewce kir’
Rûken Cemal li ser girîngiya lidarxistina operasyonê ya di vî wextî de wiha got: " Êrişên rojane li ser herêma me didomin. Cîhan niha bi şerên li Rojhilata Navîn re mjiûl dibe û ev ji DAIŞ’ê re bû fersendek ku bikaribe careke din xwe çalak bike û vê pêvajoyê ji xwe re qezenc bike û bikaribe xwe bigihîjîne malbatên di Kampa Holê û zindanên ku çeteyên wan tê de ne, careke din xwe çalak bikin. Ji lewre vê carê me operasyona xwe bi Kampa Holê re sînordar nehişt, me gundên başûr û bakurê Kampa Holê girt nava operasyonê. Xetera heyî îro Kampa Holê derbas dike, ji lewre hewceyî bi Operasyona Ewlehiya Domdar hat dîtin."
' YPJ’ê roleke aktîf û pêşeng lîst
Rûken Cemal rola behsa YPJ’ê di operasyonê de û her wiha lêgerîn û rizgarkirina jinên Êzidî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "YPJ bi awayekî çalak di hemû eniyên operasyonê de cih digre. Bi baldariya li hemberî hemû malbat û jinan ku ji bajar gelek dûr in û dibe ku me nas nakin jî em operasyonê birêve dibin. Di vê operasyonê de jî YPJ’ê roleke aktîf û pêşeng lîst. Ji lewre di vê operasyonê de jî xebatên me yên lêgerîna li jinên Êzidî didome û bi vê baldariyê jî hêz û şervanên me di tevgerê de ne. Jinên Êzidî li ku derê bin jî lêgerîn û rizgarkirina wan erka me ya sereke ye. " NÛJINHA/HESEKÊ