‘Şaredarî ya me ye’

Pêncşem 7 Mijdar 2024 - 17:00

  • Meşa li dijî tayinkirina qeyûman a li bajarê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiya Rihayê dewam kir. Di meşên hatin lidarxistin de peyama "We dagir kir, lê em li vir in. Em naçin ti cihî" hat dayîn.

Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Xelfetiya Rihayê hat kirin, berxwedana gel bi hemû heybeta xwe dewam dike. Berxwedan, meş û nobeda li dijî qeyûman li Êlih, Mêrdîn, Xelfetiya Rihayê û li bajarên dinê dewam dike.

Di meşên hatin lidarxistin de peyama "We dagir kir, lê em li vir in. Em naçin ti cihî" hat dayîn.

‘Em qadan terk nakin’

Berxwedana ku li Êlihê di roja xwe ya çaran de ye, bi tevlîbûneke xurt didome. Welatiyên li kolanên Cûdî, Petrolkent û Seyîd Bîlal ên bajêr hatin cem hev, li ber Taksiya Esmanî hatin cem hev û ber bi Kolana Gulistanê ve dest bi meşê kirin. Gel di destên xwe de pankart hilgirtin û bi dirûşmeyan bertekên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûman anîn ziman û peyama “Em qadan terk nakin” hat dayin.

‘Şaredarî ya me ye’

Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê meşek tê lidarxistin. Meş bi tevlîbûna welatiyan li ber Petrola Shellê dest pê kir.

Li vir jî gel bi dirûşmên xwe peyama "Şaredarî ya me ye" da NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.