Qeyûm projeyên ‘bişaftinê’ fînanse dike

În 5 Kanûn 2025 - 03:00

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin, projeyên “KîtapVan”, (Wanpirtûk) “Vanspor” û “Okuyorum” (Ez dixwînim) a Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê ji tê fînansekirin. Endamê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Wanê Denîz Ulfer, li dijî projeyên bişaftin, mîlîtarîzmê, tekparêz û Tirkperest nerazîbûn nîşan da û got wan têkildarî projeya KîtapVan a TUGVA’yê ji wezaretan re nivîs şandine. Ulfer, diyar kir ku wan ji Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr xwestine der heqê protokolên TUGVA’yê de agahî werbigirin lêbelê agahî bi wan re nehatiye parvekirin û got:“Di sala 2017’an de Wezareta Perwerdehiyê bi TUGVA’yê re protokolek çêkiriye û gelek tiştan di çarçoveya wê protokolê de dikin. Me ev agahî ji dibistan û ji endamên me yên li dibistanan bi dest xist. Herwiha em li ser giliyên malbatên xwendekaran agahiyan bidest dixin. Herî dawî, piştî tayinkirina qeyûm a li Wanê, projeya KîtapVan bû. Vê projeyê ji bo her dibistan, her xwendekarî pirtûk şand ev jî pirsgirêkek din e.” Ulfer, destnîşan kir ku projeyên tên çêkirin li ser zarokan veguheriye polîtîkayên bişaftinê û got:“Em wek Egîtîm-Sen, perwerdehiya sekuler, zanistî û bi zimanê dayikê diparêzin. Dema em li daxuyaniyên TUGVA’yê dinêrin em dibînin hewl didin li ser ciwanan nasnameyên olî û netewî ava bikin. Ev bixwe jî pênaseya bişaftinê pêk tîne. Rengên civakê û herêmî jî tune dihesibîne. Li ser zarokên Kurd bişaftinên wiha didomin. Nasnameyên wan tê paşguhkirin, polîtîkayên îdeolojîk tê rêvebirin.” 

Malbatan gilî kirin 

Ulfer, destnîşan kir ku pirtûkên ku di çarçoveya projeyê de hatine belavkirin nehatine kontrolkirin û malbatan ev yek gilî kiriye û got:“Pirtûkên ji bo zarokan hatine şandin di warê pedegojîk ve nehatiye lêkolînkirin, hem xwendekar, hem malbat û mamosteyan serlêdana têkildarî vê yekê serlêdana gilî li saziya me kir. Piştî vê rewşê me jî ji bo saziyên eleqedar serlêdan kir. Pirtûkên dawî yên ku TUGVA’yê der heqê Filistînê de belav kir, pesnê şer û rawekirina şer tê de hebûn. Bandorên neyînî yên li ser zarokan nehatiye fikirîn. Ev yek mirinê û şer bi rehetî rewa dike.” Ulferê, anî ziman ku pirtûkên nasnameya netweyî ava dikin de pirsgirêkên mezin hene û got:’’Navaroka wan zayendperest e û rengîniya civakê paşguh dikin. Nexasim ev yek di pirtûkên ku TUGVA li dibistanan belav dike de kûrtir e. Divê dewlet perwerdehiyê bêalî birêve bibe. Bêyî destûra malbatan divê xwendekar tevli tu projeyê neyên kirin. Em dixwazin ku projeyên li dibistanan, ji aliyê rêveberiya dibistanan ve bên kontrolkirin. Em ê giliyên der barê van pirgirêkan her tim bişopînin.” Ulfer, diyar kir ku li ser TUGVA’yê kurs hatine vekirin û li ser navê bexşînê ji mamosteyan hezar, hezar û 500 TL wergirtinê û got:“Li ser dengê hatiye qeydkirin, me serî li saziyên eleqedar da. Em bi hişmendiyeke tekparêz re rû bir û ne. Li ser bergên pirûkên KîtapVanê logoya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser wan heye. Budceya van pirtûkan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve tê dabînkirin. Em dizanin ku projeyên SporVan û Okuyorum jî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve tê fînansekirin.”

MA/OZLEM YACAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.