‘Daristanên bîranînê' yên bêdar!
Duşem 20 Cotmeh 2025 - 02:45
Talana ekolojîk a li bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin didome. Xwezaya Kurdistanê ku veguherandine qadên rantê, herêm bi herêm tê tunekirin. Yek ji bajarên ev talan lê didome jî Wan e. Rayedar û saziyên dewletê her sal radigihînin ku li bajar bi milyonan şitil hatine danîn, lêbelê deverên "daristanên bîranînê" li seranserê bajêr an bêdar in an jî hişk bûne û hatine terikandin. Li gelek deverên ku tê îdîakirin dar lê hatine danîn, tu şitil nayên dîtin û Midûriyeta Daristanan a Wanê tu agahiyên nû bi raya giştî re parve nake. Heta niha bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Daristanan û saziyên cuda, bi dehan "daristanên biranînê" li bajêr û navçeyên navendî hatine avakirin. Lêbelê, beşek mezin ji van deveran niha bêdar in û li hin deveran jî tenê tabela heye. Piraniya van qadên di bin berpirsiyariya Rêveberiya Daristanan de hatine paşguhkirin û şitlên çandine jî hişk bûne. Li taxa Topaktaş a navçeya Tûşbayê, "Daristana Şehîdên Demokrasiyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an" û "Daristana Şehîdên Erdheja 6'ê Sibatê" û li navçeya Artemêtê "Daristana Bîranînê ya Rêveberiya Wanê ya AKP’ê", daristaneke bajar a li ser 227 doniman a li Artemêtanê û "Daristana Bîranînê ya Zarokên Nûbûyîn" hene. Lêbelê, gelek ji van daristanên bîranînê bêdar in. Li gelek cihên çandiniyê yên nêzî navenda bajêr mirov rastî heman dîmenan tê. Li hin deveran ax tenê hatiye kolandin, lê li hin deveran tu şitlên daran nayên dîtin. Hawirdorparêz diyar dikin ku çandina şitlên daran ji hêla hikûmetê ve tenê ji bo merasîmên protokolê û xuyabûnên medyayê tê bikaranîn. Raporên xebatên Rêveberiya Daristanan a Wanê yên salên 2023 û 2024'an bi raya giştî re nehatine parvekirin. Malpera Midûriyetê tu agahî li ser hejmara şitlên li seranserê bajêr an jî tevahiya qada ku ji hêla projeyê ve hatiye nixumandin, parve nake. Agahiyên ji saziyê tên xwestin jî bêbersiv tên hiştin. Her wiha li gorî daneyên sala 2024'an ên Rêveberiya Giştî ya Daristanan, 500 milyon şitil li seranserê Tirkiyeyê hatine çandin. Lêbelê li Wanê li ser navê daristanan tiştek tune ye.
MA/ZEYNEP DURGUT