Navên gundan hatine guherandin

Duşem 20 Cotmeh 2025 - 03:10

Ji destpêka salên komarê heta niha polîtîkayên bişaftinê herî zêde li dijî zimanê Kurdî hatin meşandin. Di çarçoveya polîtîkayên bişaftinê de li Agiriyê ji 576 gundan navên 379’an hatin guherandin. 

Erdnîgariya Kurdistanê ji ber cihê xwe yê stratejîk û dîrokî, malovaniya gelek şaristaniyan kir. Lewma her navê li cihên Kurdistanê hatine kirin, xwedî şopên dîrokî ye. Dema ev nav tên vekolandin jî agahî û çîrokên kevnar û qedîm tên bidestxistin.

Lêbelê bi îlankirina komarê re û di çarçoveya polîtîkaya “yek dewlet, yek al, yek milet” de navên van cihên qedîm hate guherandin û polîtîkayên bişaftinê ketin meriyetê. Di salên 1920’î de navên çend cihan hatin guherandin lê ji sala 1940’ê ve bi giştînameya Wezareta Karên Hundir re êdî guherandina navên herêman bi awayekî fermî hate kirin. Ji vê salê ve gelek cihên navên wan bi Kurdî, Ermenkî û Rumî hatin guherandin û navên bi Tirkî lê hatin kirin. Di sala 1957’an de “Lijneya Îhtîsasê ya Guherandina Nav” hate avakirin. Vê lijneyê, di sala 1978’an de navên nêzî 28 hezar bajar, navçe û gundan guherand. Wezareta Karên Hundir di sala 1928’an de pirtûkeke bi navê “Navên Gundên Me” hatibû weşandin. Heman berhem di sala 1933, 1968 û 1981’ê de jî bi navê “Gundên me” derket û guherînan ji destpêka damezirandina komarê heta niha raxist berçavan.  

Yek ji bajarên ku ev polîtîkaye bi awayekî sîstematîk lê tên domandin jî Agirî ye. Di çavkaniyên Wezareta Karên Hundir de tê destnîşankirin ku 576 gund hene û ji van navên 379’an hatine guherandin. Ji sedî 66’ê navên gundên bajar hatine guherandin. Navçeyên bajar jî para xwe ji vê polîtîkayê girt. Yek ji wan jî navçeya Zêtkanê ye. Navê navçeya Zêtkanê di sala 1925’an de weke “Eleşkîrt” hate guherandin. Ji 55 gundên girêdayî navçeyê navên 46’an di salên 28,68 û 81’ê de hatin guherandin.

MA / AGIRÎ / OMER AKIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.