Parlamenterên Swêdê: Ji Ocalan re azadî
Yekşem 3 Mijdar 2024 - 16:15
- Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin û gotin:" Rakirina tecrîda li ser Ocalan, ji bo aştiya Rojhilata Navîn pêwîst e."
Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê Nadia Awad û Hakan Svenneling bi vîdeoyeke weşandin re xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û ji bo mafên azadiya gelê kurd, bang kirin.
‘Bila tecrîd bi dawî bibe’
Parlamentera Partiya Çep Orebrå ya Swêdê Nadia Awad bi lêv kir ku ew weke Partiya Çep dixwazin ku tecrîda 26 salan a ku Tirkiye li ser Abdullah Ocalan pêk tîne, bi dawî bibe û ev bang kir: “Em daxwaz dikin ku ji bo bi dawîbûna vê tecrîdê, Swêd di qada naveteweyî de bixebite û bi bandor bibe. Pêkanînên bi vî rengî nayên qebûlkirin.
Ji bo girtiyan têdikoşin
Svenneling diyar kir ku ew ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê têdikoşe û got: “Têkoşîna ku em ji bo girtiyên siyasî dimeşînin û hewldanên me, wê zextên li ser Tirkiyeyê zêde bikin. Bi vî rengî wê girtiyên siyasî azad bibin û tecrîda li ser Ocalan jî wê rabe. Em her roj ji bo vê yekê têdikoşin.” NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
Cezayê nû yê dîsîplînê dan Ocalan
‘Cezayekî disiplînê’ yê nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat birîn. Her wiha qedexeya hevdîtina ya bi malbatê re jî hat dayin.
Hat hînbûn ku “cezayekî disiplînê” yê nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina bi malbatê re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Dadger da zanîn ku di 16’ê Cotmeha 2024’an de, “cezayekî disiplînê” yê nû ji bo 3 mehan, li Abdullah Ocalan hatiye birîn.
Têkildarî hinceta “cezayê” navborî, ti agahî nehatin dayîn. Her wiha wê parêzer, îtîrazî biryarê bikin. MA/STENBOL