Kobanê dîroka berxwedanê
În 1 Mijdar 2024 - 17:00
- " Dema ku em behsa roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re dikin, em ne tenê qala rojekê dikin, em qala dîroka berxwedanê dikin. Ev yek jî vedigere têkoşîn û lehengiya ku di wir de hatiye kirin."
Ji Rêveberiya Desteya Jin a Kantona Efrîn-Şehbayê Hêvîn Hisên derheqê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê da zanîn bi vê têkoşîna dengê kurdan belav bû û got: " Dema ku em behsa roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re dikin, em ne tenê qala rojekê dikin, em qala dîroka berxwedanê dikin. Ev yek jî vedigere têkoşîn û lehengiya ku di wir de hatiye kirin."
Kobanê bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê mîrateyeke mezin a berxwedanê ji cîhanê re hişt. Yekane bajarê ku DAIŞ'ê di sala 2014'an de êriş kiriyê lê nikaribûye dagir bike Kobanê ye. Bi vî rihê xwe yê têkoşer ji cîhanê re bû mînak. Kobanê xeteke nû di dîroka berxwedanê de xêz kir û DAIŞ têk bir. Her wiha bi gelên cîhanê re xeteke eniya enternasyonalîst ava kir. Piştî ku êrişên DAIŞ'ê hatin şikandin û şer bi serkeftinê bi dawî bû, li ser banga ronakbîr, hunermend, nivîskar û kesên xelata Nobelê girtine 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.
Ji Rêveberiya Desteya Jin a Kantona Efrîn-Şehbayê Hêvîn Hisên têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê nirxandin kir.
Kobanê dîroka berxwedanê
Ji Rêveberiya Desteya Jin a Kantona Efrîn-Şehbayê Hêvîn Hisên bi lêv kir ku bi berxwedana Kobanê kurdan li cîhanê dengê xwe dan bihîstin û wiha got: " Dema ku em behsa roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re dikin, em ne tenê qala rojekê dikin, em qala dîroka berxwedanê dikin. Ev yek jî vedigere têkoşîn û lehengiya ku di wir de hatiye kirin."
Êrişa li projeya netewa demokratîk
Hêvînê diyar kirin ku hêzên tenê berjewendiyên xwe difirikirin, naxwazin Gelê Kurd bibe xwedî îrade û hêz û wiha pê de çû:"Dewletên tenê berjewendiyên xwe difirikirin û di serî de dewleta tirk naxwazin Gelê Kurd bibin xwedî hêz, îrade û naxwazin mafên xwe bi dest bixin. Ew naxwazin kurd bibin parêzvanên warê xwe. Di bajarê Kobanê de jî ji bo ku ev yek pêk neyê êrîş bi ser bajar de birin û xwestin bi vî awayî jî projeya netewa demokratîk ji holê rakin."
‘Destana lehengiyê hat nivîsandin'
Hêvînê bal kişand ser berxwedana jinan û şêniyên li Kobanê û wiha pê de çû:"Çeteyên DAÎŞ'ê ku ji aliyê dewleta tirk ve dihatin birêvebirin û ketin nava bajarê Kobanê û şerê giran bi ser gel de dan meşandin, bi têkoşîna jinên kurd têk çûn. Çeteyên paşverû ji aliyê lehengên jin ên kurd derbeyeke mezin xwarin. Cîhan ji teroreke mezin rizgar bû. Jinên kurd bi vê re mohra xwe li dîrokê xistin."
Berxwedana jinan a li Kobanê
Di domandina axaftina xwe de Hêvînê da zanîn ku berxwedana jinan a li Kobanê li cîhanê deng veda û wiha domand:"Di şerê ku li ser bajarê Kobanê de hat destpêkirin, jinan jî para xwe ji berxwedanê û parastina welatê xwe girtin û li kêleka mêran mil bi mil di çeperên şer de li berxwe dan. Berxwedan û cesareta jinên kurd li cîhanê deng veda. Yek ji wan jinên ku li cîhanê deng veda, pakrewan Arîn Mîrkan bû. Arîn Mîrkan di Miştenûrê de di nava çeteyan de xwe teqand û gelek DAÎŞ'î kuşt. Ev cesaret xwe dispêre rêxistinbûyina ku gel xwe li ser perwerde dikir."
'Wê DAIŞ negihêje armanca xwe'
Hêvînê eşkere kir ku dewamkirina êrîşan a bi ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê de û di nav de bajarê Kobanê dewleta tirk dixwaze tola têkçûna DAÎŞ'ê ya di Kobanê de hilîne û got:"Lê belê ji ber israra gel a di berxwedanê de wê ev yek pêk neyê. Em carek din soz didin ku çawa DAÎŞ carekê di Kobanê de têk çû wê dîsa nikaribe careke din serî hilde û daxwazên xwe pêk bîne."
MÎDYE MIQTED / JINNEWS/ŞEHBA