Li Melbourneyê û Swîsreyê roja Kobanê
Duşem 3 Mijdar 2025 - 02:45

Di çalakiyê de ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Victoriayê hate lidarxistin, ji çar parçeyên Kurdistanê, ji sosyalîstên Awûstûryayî û Partiya Keskan tevlîbûn çêbû. 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarên cuda yên Swîsreyê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
Di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Victoriayê çalakiyek hate lidarxistin. Li gel Kurdistaniyên ji çar aliyê Kurdistanê komên sosyalîst û endamên Partiya Keskan a Awûstralyayê tevlî çalakiyê bûn. Kurdên li eyaletên din jî bername bi rêya Zoomê şopandin.
Çalakiyê li ber sirûda "Ey Reqîb" bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre nûnerê Melbourneyê yê KNK'ê Heval Herkî axivî, qala wateya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê kir û got, "Şerê Kobanê ji bo Kurdan werçerxek e; beriya wê û piştî wê ji aliyê têkoşîna neteweyî ya Kurdan ve cudahiyên mezin afirandiye."
Senatorê Partiya Keskan David Shoebridge ku beriya bi demekê serdana Rojava kiribû beşdarî çalakiyê bû. Shoedbridge qala detayên serdana xwe kir û got, "Min dît ku nirxên ekolojîk û demokratîk ên ku weke Partiya Keskan em wan diparêzin, li gel nebûna derfetan jî li Rojava bi cih hatine anîn."
Di çalakiyê de nûnera PYD'ê Mizgîn Amed li ser bûyerên dawî yên li Rojava û hevdîtinên bi rêveberiya Şamê re agahî da.
Swîsre
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarên cuda yên Swîsreyê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
Li bajarên Bern, Zurich, Basel, Aarau û St. Gallen ên Swîsreyê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi çalakiyan hate pîrozkirin. Di çalakiyan de berxwedana Kobanê hate silavkirin û işaret bi girîngiya piştevaniya bi şoreşa Rojava re hate kirin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN















