Divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
Pêncşem 29 Çile 2026 - 03:30

Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn û dostên wan, ji 6’ê Çile ve ku êrişên li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê destpê kirin, her roj li kolanan çalakî dikin. Van çalakiyên gelê Kurd bandora xwe li ser Meclisa Federal, meclisên kanton û meclîsên şaredariyên herêmî nîşan daye. Piştî daxuyaniya li Meclisa Federal, li Meclisa Kantona Vaud û Meclisa Herêmî ya Wetzikon jî bi rojeva Rojava daxuyanî hatin dayîn. Li Parlamentoya Herêmî ya Wetzikonê, ser navê Partiya Sosyalîst (SP), Partiya Keskan (Grünen) û Lîsteya Alternatîf (AL) daxuyaniyeke hevpar hate xwendin. Daxuyaniya hevpar ji ser kûrsiya meclisê ji aliyê Endamê Meclisa SP Saamel Lohrer ve hate xwendin. Lohrer di axaftina xwe de bal kişand ser salvegera 11’emîn a rizgarkirina Kobanê û got:“Îro salvegera 11’emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê yê Rojava ye. Di 26’ê Çileya 2015’an de terorîstên DAIŞ’ê ji bajêr hatin derxistin. Ev serkeftina mezin a li hember DAIŞ’ê hatiye bidestxistin, îro em deyndarê şervanên Kurd ên ji Rojava û herêmê ne.”
Zarokan jiyana xwe jidest dan
Lohrer diyar kir ku gelê Kurd di vê salvegerê de careke din bi gefa komkujiyekê re rû bi rû ye û got:“Çar zarokên ku nêzîkî vê demê ji Kobanê reviyan, di hewldana rizgarbûna ji êrişên milîsên îslamî de ji ber sermayê canê xwe ji dest dan. Ji çend rojan ve hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriya ya Demkî, êrişî herêmên demokratîk û xweser ên Rojava dikin. Gelê sivîl, bi taybet komên etnîkî, jin û zarok rasterast tên hedefgirtin. Hebûna rêveberiya xweser a demokratîk di xetereyeke giran de ye.”
DAIŞ’î tevlî êrişan dibin
Lohrer bal kişand ser beşdariya unsûrên DAIŞ’ê yên di êrişên li ser Rojava de û got:“Di êrişan de tenê hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriya ya Demkî cih nagirin. Terorîstên DAIŞ’ê jî di nav van êrişan de ne. Bikaranîna îdamê, tundiya li ser jinê û revandina xebatkarên alîkariyê rêbazên van komên terorîst in. Hefteya borî DAIŞ’î bi fermana Ehmed el-Şara ji girtîgehên hatine dagirkirin hatin berdan. Tê bîra me komkujiya Êzidiyan a ku civaka navnetewî wekî qirkirin nas dike.”
Dengê xwe bilind bikin
Lohrer diyar kir ku Swîsre û civaka navnetewî divê berpirsiyariyê bigirin û got:“Îro modela xweser a ku Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî û Tirkmen bi awayekî demokratîk û bi aştiyê bi hev re dijîn di bin gefê de ye. Di Rojava de modela civakeke wekhev, ekolojîk û demokratîk dixwazin ji holê rakin. Ev êriş li hember mirovahiyê, demokrasiyê û azadiyê ye.” Di daxuyaniya hevpar a sê partiyan de ev daxwaz hatin rêzkirin:
* Eşkere şermezarkirina êrişên li ser gelê Kurd û binesaziya sivîl
* Piştgiriya bi hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê
* Ji bo parastina gelê sivîl gavên şênber avêtin
* Piştgiriya belgekirina binpêkirinên mafên mirovan
* Parastina siyaseta cezayên bi bandor li ser bingeha mafên mirovan
* Piştgiriya pêkhateyên demokratîk ên herêmî
* Divê serîlêdanên penaberiyê yên Kurdan neyên redkirin û rawestandina hemû operasyonên derxistina wan.
NAVENDA NÛÇEYAN









