Berxwedana şervanekî Kobanê

Duşem 3 Mijdar 2025 - 03:45

Mihemed Oso yek ji şahidê berxwedana Kobanê diyar kir ku şervanan bi hemû hêza xwe, bi çekên sivik li hember dijmin têkoşîn kir û bi ser ketin.

Yek ji şahidê serpêhatiyê berxwedana serdemê Mihemed Oso bi navê 'Ebû Mezlûm' tê naskirin ku ew bi xwe ji gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê ye, ku di 2014'an de, tevî şervanan bersiva êrişên hovane yên çeteyên DAIŞ'ê li dijî Kobanê daye. Mihemed Oso serpêhatiya wan rojan anî ziman.

Mihemed Oso diyar kir ku berxwedana Kobanê ya 2014'an de tevî ku çeteyên DAIŞ'ê bi çekên herî pêşketî şer dikirin, lê şervanên azadiyê bi hêz, vîn û baweriya xwe li ber xwe da û bi ser ketin. Mihemed Oso got: "Di 2014'an de, dema ku çeteyên DAIŞ'ê ji her sê aliyan ve êrişî Kobanê kir, em bi hemû hêza xwe li dijî êrişên dijmin rabûn ser piyan û me têkoşîn kir. Çeteyan bi tank û topan êriş dikir, lê şevanên YPG û YPJ'ê bi çekên sivik û bi dilê bihêz têkoşîn kirin. Gelê Kobanê bi şev û roj piştgiriya me kir û em di dawiyê de bi serketin."

Mihemed Oso destnîşan kir ku armanca çeteyan dagirkirina Kobanê bû û wiha anî ziman: "Kobanê ji ber ku şoreş û destkeftiyên xwe parastin, lewma çeteyan êrişî Kobanê kir. Dijmin bi hemû hêza xwe xwest çeperên me dagir bike, lê me jî li hember êrişên dijmin bi hemû hêza xwe têkoşîn kir û berxwedanek xurt da meşandin û tu carî me hevalên xwe bi tenê nehiştin, tenê hêviyeke me bû ew jî rêya serkeftinê ye".

Mihemed Oso wiha dewam kir: "Di şerê li gundê Elîşarê de, me 5 hevalan têkoşîn kir. Lê piştî ku birîndar bûm, hevalan ez şandim Bakurê Kurdistanê ku tedawî bibim û piştî ku ez tedawî bûm, ez careke din vegeriyam û tev li şer bûm. Di bin baran û sermayê de me bi hemû hêza xwe bersivên xurt didan dijmin û ji dijmin re ev berxwedan bû tirs û xofek."

Mihemed Oso der barê şerê Girê Miştenûrê de jî got: "Dema ku dijmin gir dagir kir, qehremanên me wek şehîd Arîn Mîrkan bi fedakariyê xwe nîşan da ku em tu carî axa xwe radestî dijmin nakin. Her kolan û tax Kobanê di xwe de bîranînek û tolhildanek heye, ji ber ku li wir berxwedaneke dîrokî hat meşandin".

Mihemed Oso aşkera kir ku "Piştî ku Rêber Apo ji bo Kobanê banga serferberiyê kir, dilê hemû kesî ji bo azadî û serkeftinê lê da û berê xwe da Kobanê. Vî moralî hişt şeranên YPG û YPJ'ê bi hemû hêza xwe tê bikoşîn û çeteyên DAIŞ'ê di Kobanê de têk bibin. Kobanê bi vê serkeftinê mohra xwe bi xwîna şehîdan li dîrokê da."

Di dawiya axaftinê de Mihemed Oso got: "1'ê Mijdarê (Roja Kobanê ya Cîhanê) li cangoriyên azadiyê, Rêber Apo, şevanên YPG û YPJ'ê, gelê azadîxwaz û gelê her çar parçeyên Kurdistanê pîroz be.  Em ê her tim şopdarên rêya şehîdên xwe bin û axa xwe ji dijmin rizgar bikin."

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.