Hîna hesab wê bê pirsîn
Çarşem 1 Mijdar 2023 - 18:01
- Bedran Çiya Kurd: Ji bo pêşîgirtina li kampanyayên qirkirinê yên li ser me, divê piştgirî hebe. Her wiha, divê mekanîzmayên hesabpirsîna ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bên aktîfkirin.
ARJÎN NÛJÎN
Heta sala 2014’an DAIŞ´ê êrişî wê kir, Kobanê yek ji 3 Kantonên Rojava bû û kantona herî piçûk bû. Lê li bajêr, beriya Şoreşa Rojava jî welatparêzî xurt bû. Li Kobanê bedêlên mezin hatin dayîn, belê DAIŞ hat şikandin. Ji Kurdistanê û ji deverên cihê yên dinyayê mirovan berê xwe da Kobanê. Kobanê, li dijî hêzeke şer a ku weke naşike hatibû qebûlkirin, vî bajarê piçûk efsaneyeke bertxwedanê ava kir û bire serî. Pê re jî wî Kurd bi dinyayê dan naskirin. Li serê stran, film û berhemên wêjeyî hatin çêkirin. Sala 2014´an roja 1´ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Kobanê hat ragihandin. Ji hingê ve her sal di vî çaxî de li seranserê dinyayê çalakiyên ji bo Kobanê tên lidarxistin. Li ser berxwedana Kobanê û piştgiriya bi Kobanê de em bi Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê, Bedran Çiya Kurd re peyivîn.
Piştî rizgarkirina Kobanê hûn rastî Kobanêke çawa hatin?
Bajarê Kobanê îmtîhaneke rastî ya radeya şiyana Şoreşa Rojava bû ya ku pê nîşan da di wê qonaxê de ye ku serketineke bi girîng li dijî hêzên tarî yên ku Tirkiye destekê dide wan, bi dest bixe. Tirkiyê bi taybetî li ser rûxandina Rojava, ku wê demê rûxandina Kobanê temsîl dikir, xwe şa dikir kir. Tişta ku li Kobanê qewimî, gelek maskeyên sexte yên ku piştgirî dan DAIŞ’ê jî anîn xwarê. Tişta ku li Kobanê qewimî, cîhan xiste ber îmtîhaneke rast, bi taybetî hêzên demokrat û alîgirên aştiyê. Yê ku bi êrişa li ser Kobanê re tevgeriya û li kuçe û kolanan geriyan û piştgirî dan Kobanê, ev hemû bûn sedem ku rastiya Şoreşa Rojava û armancên wê zêdetir werin naskirin. Bi rizgarkirina Kobanê re hevsengiya hêzê bi giştî ber bi cihên din ve çû. Kobanê ji bajarekî wêrankirî veguherî semboleke cîhanî û têkoşîneke dîrokî ku tê de hêza rêxistina terorîst a herî bihêz a cîhanê hate şikandin. Li herêmê û navneteweyî hêviyeke mezin da ku rêxistineke terorîst têk bibe, rêxistineke welê ku li hemberî wê artêşên welatan ên birêkûpêk nekarîbûn li ber xwe bidin.
Daxwaza mezin a vegerandina gel û sivîlan hebû. Di vegerê de şerên dijwar û îradeya xurt a gel a ji bo vegerê û dilsoziya bi axa xwe re diyarker bû. Helbet destpêkirina avakirinê bajarê Kobanê yê bi temamî wêran bûyî hebû. Ji bo xelkê ya girîng rizgarkirina bajêr û têkbirina rêxistina terorê ye. Komîteyên fermî û yên xwebexş hatin avakirin. Xebatê wek ya di nava kewareke mêşê hingiv de bi hêviyên pirr mezin dest pê kir.
Di ser rizgarkirina Kobanê re 9 sal derbas bûn. Piştî 9 salan li Kobanê guherîn û bipêşketinên çawa çêbûn?
Sembolîzma Kobanê peyda bû, ew bû sembola berxwedanê û di heman demê de bû referanseke xurt a têkoşînê. Piştre gelê me li Efrînê û Cezîrê têkoşîna xwe domand û armanca xwe ya bidawîkirina leşkerî ya DAIŞ’ê li Baxozê pêk anî. Em behsa şoreşa navxweyî dikin, Kobanê nasname û rengê xwe yê rastîn vegerand. Îro Kobanê rêveberiya xwe ya xweser bi pêş xistiye, saziyên xwe ava kirine, niha jî rastiya têkoşîn û Şoreşa Rojava vedigerîne. Her wiha sembol û hêza xwe ya gelêrî jî parast. Lê dîsa jî li ber çavê tofanê ye. Her tim, hêzên li wir şikestin û alîgirên wan wê dikin hedef û bi her awayî dixwazin tola DAIŞ´ê hilînin.
Piştî rizgarkirinê, heta roja îro Kobanê çiqasî û çawa ji nû ve hat avakirin?
Dengê Kobanê gihîşt her devera cîhanê û 1'ê Mijdarê bû Roja Cîhanî ya Kobanê, Kampanyayên berfireh ji bo ji nû ve avakirinê dest pê kirin, lê heta niha jî, piştî 9 salan, hîna hewcedariya me bi xebateke zêde heye. Û ji bo parastina Kobanê û nasnameya wê bi me re hevkariyê bikin, nemaze ku ew hîna jî di nava hedefên Tirkiyê de ye. Hîna jî wêranî li deverên Kobanê heye. Her wiha beşeke mezin bi hewlên Rêveberiya Xweser û gel bi xwe û piçekî jî bi pişgiriya hin hevalên ku hevsoziya berxwedana Kobanê bûn, hate sererastkirin.
Çiqas ji xelkê Kobanê, piştî rizgarkirina bajêr vegeriyan malên xwe?
Ji ber terorê xelk derket û yên li ber xwe dan jî man. Em bawer dikin ku gelek ji wan kesên çûne, vegeriyane û li Kobanê mane. Nemaze, piştî serketinê, Kobanê devereke cihêreng temsîl dikir, û xwedîlêderketina li wê û vegerandina xelkê wê bû cihê serbilindiyê ji bo her kesî. Lê tevî zehmetî, gef û dorpêçan jî, gelê me hê jî xwe li Kobanê girtiye û li wir maye û rêjeya herî mezin ji cihê ku di dema şerê DAIŞê de koçber bûne, vegeriyane.
Ji bo Kobanê bedêleke mezin hat dayîn. Dema ku tu niha berê xwe didê hingê, tu bipêşveçûneke çawa dibînî?
Em Kobanê û qehremaniya gelê wê, têkoşîna gelê xwe hemûyî û piştgiriya wî bi bîr tînin. Bi taybetî ji bakurê Kurdistanê xelkê xwe kir mertalê zindî. Bi heman awayî berxwedana Kobanê platformeke Kurdî ya yekgirtî ava kir ku gel û partiyan piştgirî daye. Wê her wiha bi piştevaniyê, eniyeke berfireh a dost û demokratên cîhanê ava kir.
Dema ku pirsgirêka Kurd û Şoreşa Rojava werin nirxandin, li Rojhilata Navîn bipêşketineke bi kalîte ye. Em xwe dispêrin vê mîrasê da ku ew ji me re bibe çavkaniya hêzeke mezintir ku em bêhtir bi pêş ve biçin, destketiyên zêdetir ava bikin û tiştên ku hatine bidestxistin biparêzin.
Li Kobanê şoreşê çi bandor li ser perwerde, tenduristî, aborî û mafên mirovan kir?
Destpêkeke nû di yekkirina feraseta Rêveberiya Xweser de û bipêşxistina saziyên wê yên xizmetguzariyê de bi rengekî yekgirtî bû. Li gorî feraseta birêvebirina civakê li gorî dewama şoreşê û rûbirûbûna pirsgirêkan, çawa prensîpa xweragiriya aborî û xweparastina leşkerî çawa bi pêş bixin û xurt bikin? Ev yek bûye sedema piştgirî û kalîteya bihêz di bipêşketinê de li her astê, di nav de perwerde, tenduristî, xizmet, û heta mafên mirovan, Kobanê bi berxwedana xwe rê li binpêkirina nirxên mafên mirovan ên bi destê DAIŞ´ê û yên wekî wê girt. Ji ber vê yekê serketina Kobanê ev maf ji zaliman parast. Em hê jî bandorên neerênî yên çeteyên DAIŞ'ê yên ji komkujiyên li Kobanê, dişopînin û di warên din de, ji hêla qanûnî û dadwerî ve, bernameyên taybetî yên girêdayî vê mijarê hene.
Welatên rojavayî ji bo avakirina Kobanê gelek soz dan, gelo wan welatan sozên xwe yên avakirina Kobanê bi cih anîn yan na?
Ne tenê li Kobanê, li herêmên me hemûyan dibe ku em li hêviya piştgirîyeke berfirehtir û piştgirîyeke xurttir bin. Îro Tirkiye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û gelek saziyên jiyanî jî wêran bûne. Ji bo destekkirina şoreşa demokratîk divê gelê me bê destekkirin. Li vir bang dikim ji bo sazî, dezgeh û rêxistinên hiqûqî û însanî, her wiha ji bo gelê me yê Kurdistanê li tevahiya cîhanê. Ji ber ku êrişên li dijî me yên îro, êrişên li dijî nirxên mirovahiyê ne û êrişên li dijî vîna gelên a ji bo rûmet û azadiyê ne.
Çi kêm e, pêwîstiya we ya bi piştgiriya saziyên navneteweyî çi ye?
Ji bo pêşîgirtina li kampanyayên qirkirinê yên li ser me, divê piştgirî hebe. Her wiha, divê mekanîzmayên hesabpirsîna ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bên aktîfkirin. Li ser rewş û karesatên gelê me yên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne, nîqaş were kirin. Di vî warî de têkoşîna me ya siyasî û dîplomasî heye Lê astengî jî hene, dîsa jî em hîs dikin ku em bi hêz ber bi pêş ve diçin.
Hûn bi saziyên hewbeş ên li derveyî welat re çawa têkiliyan saz dikin? Ev sazî ji bo avakirin û danasîna Kobanê bi rolekî çawa radibin?
Şêwazê pêwendiyê bi hevkariya armanc, mexdûrbûn û empatiyê li ser vî bingehî ye. Gelek sazî, şaredarî û saziyên civaka sivîl hene ku di danasîna Kobanê, têkoşîna wê û berxwedana gelê Rojava de bûn alîkar. Çalakiyên wan ên domdar hene ku gelek aliyan vedihewînin, û di nava wan de karûbar, perwerdehî, û tenduristî jî hene.
Êriş û gefên Tirkiyeyê ev 9 sal in dewam dikin. Ev êriş bandoreke çawa li avakirina Kobanê dikin?
Mesele, ne tenê ji nû ve avakirin e. Metirsî ye li ser destketiyên gelê me yên li Kobanê û Rojava; û metirsî ye li ser mîrasa gelê me û destketiyên wî yên li dijî terorê. Di encama êrişên dewleta Tirk a li dijî Rojava de ku hevdem e bi dorgirtina li gelê me re rewşeke mirovî ya xerab heye. Dewamkirina van êrişan ji bo şoreşa gelê me ya demokratîk û ji bo hemû alîgirên aştî û demokrasiyê metirsî ye.
Piştî 9 salan, ji bo parastina Kobanê, çi amadekarî hene?
Parastina herêmên me armanceke stratejîk û mafekî rewa ye, Em hewl didin çanda xweparastinê bi pêş bixin. Xetere hîna jî heye û gelê me bi xurtî li ber xwe dide û ji bo ku zirar negihe destketiyên wî, têkoşîna xwe didomîne. Gelê me heta niha bi ser ketiye ji bo rê li ber serketina fitne û wêrankirinê bigire.
Hemû hêzên ku piştgirî dan Kobanê û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi roleke dîrokî rabûn. Em hewldanên wan her tim diqerînin. Divê em prensîpên ku di 1ê Mijdarê de derketin holê, biparêzin. Ji ber ku îro li erdnîgariya bakur û rojhilatê Sûriyeyê destketiyên Kobanê hedef tên girtin. Ev piştgirî tê xurtkirin. Em bang li cîhanê hemûyî, nexasim li heval, rêxistinên civaka sivîl, raya giştî, parêzvanên aştiyê û gelên azad dikin, parastina Rojava, parastina prensîpên demokrasiyê û bihêzkirina destketiyên gelê me ye li dijî terorê. Piştgiriyê xurt bikin.
Wêne: Jade Sacker / NurPhoto / Via AFP