Mîrasa Mirovahiyê ye

Pêncşem 2 Mijdar 2023 - 00:05

  • Hêz û Tevgerên Kurdistanê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û gotin: Mîrasa berxwedana Kobanê mîrasa mirovahiyê ye.  

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi minasebeta 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got:“Mîrasê berxwedana Kobanê mîraseke mirovahiyê ye û ji bo gelên azadîxwaz û demokratîk destkeftî ye. Lê belê hê jî herêmên me û di nav de Kobanê bi gef û êrişan re rû bi rû ne. Dewleta Tirk êrişî herêmên me dike, sûcan pêk tîne, binesaziyê xira dike û gefê li aramî û ewlehiya wê dixwe.Em piştgiriya cîhanî ji bo Kobanê bi nirx dibînin. Parastina destkeftiyan bi berdewamkirina van helwestên piştgiriya şoreşa gelê me û şerê wî yê li dijî terorê dikin, sekinandina li hember dewleta Tirk, teşhîrkirina siyasetên wê û piştgiriya wê ji terorê re û vekirina lêpirsînê der barê qirkirina ku li dijî gelê me pêk tîne, pêkan e.”

AKP-MHP temsîla DAIŞ’ê dikin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi minasebeta 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got:’’Bi hevgirtina gelan û bi xwedîderketina Kobanê re ne tenê Kobanê rizgar bû, mirovahî careke din hêviya xwe ya jiyanê zindî kir, li hember tarîtîyê ronahî bi serket. Di roja me ya îro de dewleta Tirk a dagirker, hikûmeta AKP-MHP’ê ku temsiliyeta DAIŞ’ê dike, bi hemû derfetên xwe ji bo binxistina Şoreşa Rojava, ketiye nav liv û tevgerê. Hêzên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk bêdeng in. Beriya ku DAIŞ ji nû ve zindî bibe, divê mirovahiya ku beriya 9 salan li Kobanê ji bo nirxên mirovahiyê seferber bû, vê carê jî pêwist e ji bo şoreşa Rojava ya ku mîrasa wê bi xwe ye, hembêz bike. Em wek hêzên YPG û YPJ bi munasebeta salvegera rizgarkirina Kobanê, soza xwe ya ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe nû dikin ku Şoreşa Rojava li hember her cûre êrişên faşîzmê û paşverûtiyê biparêzin û destkeftiyên Şoreşa Rojava mayinde bikin.”

Bi xwedîderketinê azadî misoger dibe

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got:“Şoreşa Jin li Kobanê dest pê kir, bi parastina Kobanê bi nav û deng bû û xwe belavî seranserê herêmên Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê kir. Yên ku di berxwedaniya dîrokî ya Kobanê de pêşengtî kirin jinên Kurd bûn, ev pêşengtiya jinan hişt ku Kobanê bibe warê biryardarî û baweriya avakirina pergala Netewa Demokratîk. Bi vê yekê re êdî berxwedaniya Kobanê bû cîhanî û asteke enternasyonalîst qezenc kir. Heman bajar îro rû bi rûyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker dibe ku ji DAIŞ’ê xetertir e. Li hemberî vê bêdengiya heyî erêkirina van êrîşan e. Ya ku teqez van êrîşan rawestîne helwêstên eniya jin û gelan e. Em bang li tevahî gelê xwe û hemû gelên cîhanê dikin ku mîsogeriya jiyaneke azad wê cardin bi xwedî derketina berxwedaniya Kobanê re mîsoger bibe.”

Kobanê wê ti carî nekeve

Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyê da û anî ziman ku li Kobanê bi pêşengiya jinan jiyaneke nû hatiye avakirin û got:“Lê belê li dijî statûya li Kobanê hat bidestxistin bêtehemûliyek heye. Lewma jî êrişên îktidarê didomin. Bi kîn û dijminatiyekê bêdawî xelkê Kobanê hedef digirin. Di serî de jin, xelkê Kobanê jiyaneke nû ava dike lê ji aliyekî ve jî li dijî êrişên AKP-MHP'ê serhildana xwe didomînin. Em careke din bi bîra îktîdarê tînin; Hûn bi hemû alavên xwe yên şer êriş bikin jî hûn e nikaribin Kobanê bixin." Li Amedê jî bi pêşengiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) derbarê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê de daxuyanî hat dayîn. Hevseroka DBP’ê Sultan Yaray got:’’Têkoşerên li Kobanê li berxwe dan cîhan ji belaya DAIŞ'ê rizgar kirin. Lewma piştevaniya bi Kobanê re gelekî girîng e. Em bang li hemû sazî û dezgehên li qada navneteweyî, raya giştî ya cîhanê û parêzvanên mafên mirovan ên li qada navneteweyî dikin ku ji bo xwedîderketin li berxwedanan Kobanê dengê xwe bilind bikin. Piştevaniya bi Kobanê û Rojavayê Kurdistanê re xurt bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.