‘Bi konferansê me xwest têkoşîn mezin bibe’
Pêncşem 7 Mijdar 2024 - 18:30
- Ji Meclisa Jinan a HDK’ê Arîfe Çinar têkildarî 13’emîn Konferansa jinan a HDK’ê ya di 2’yê Mijdarê de hat lidarxistin wiha got:” Armanca vê konferansê ew e ku bi komkirina jinên xwedî nasname, çand û baweriyên cuda qadeke têkoşînê ya berfireh peyda bike. Girîngiya konferansê ji wê yekê tê ku jin dengê xwe bi hêztir bidin bihîstin û di têkoşîna wekheviya zayendî de yekîtiyê pêk bînin. Bi konferansê me xwest têkoşîn mezin bibe.”
ROZA METÎNA / AMED
13’emîn Konferansa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 2’yê Mijdarê de bi dirûşma “Em ê bi hêviyê bimeşin, bi raperînê mezin bibin, bi berxwedanê bi ser kevin” li Navenda Huner û Çandê ya Dr. Kadir Topbaş a Sancaktepeyê hat lidarxistin. Gelek sazî û dezgehên jinan tevli konferansê bûn. Jin di konferansê de li ser xalên girîng sekinînin.
Ji Meclisa Jinan a HDK’ê Arîfe Çinar li ser mijar û naveroka konferansê nêrînên xwe anî ziman.
‘Bi konferansê me xwest têkoşîn mezin bibe’
Arîfe Çinar di destpêkê de bal kişand ser girîngî û armanca konferansê û wiha got:”Konferansa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) platformek e ku ji bo jin di qadên civakî, siyasî û aborî de karibin jiyaneke wekhev û azad bijîn tê organîzekirin. Armanca Konferansa Jinan a HDK’ê ew e ku pirsgirêkên jinan bînin rojevê, pêşniyarên çareseriyê pêş bixin û bi hevgirtineke rêxistinkirî parastina mafên jinan bikin. Armanca vê konferansê ew e ku bi komkirina jinên xwedî nasname, çand û baweriyên cuda qadeke têkoşînê ya berfireh peyda bike. Girîngiya konferansê ji wê yekê tê ku jin dengê xwe bi hêztir bidin bihîstin û di têkoşîna wekheviya zayendî de yekîtiyê pêk bînin. Bi konferansê me xwe têkoşîn mezin bibe. Platformên bi vî rengî rê didin ku pirsgirêkên jinan diyar bibin û çareserî bi awayekî komî werin nîqaşkirin. Di pêşxistina çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên wekî cudakarî, tundî, xizanî û bêkariyê yên bi taybetî li dijî jinan de, roleke bi bandor dilîze.”
‘Îradeya gelê Kurd ji nedîtî ve tê’
Arîfe Çinar bi lêv kir ku di konferansê de jinan bal kişandine ser mijara tayinkirina qeyûman jî û wiha got:” Tayinkirina qeyûman li Tirkiyeyê bûye wekî kevneşopiyekê. Ev îktidar îradeya gelê Kurd ji nedîtî ve tê û rola Gelê Kurd a dengdayinê jî wiha bê mane dihêle. Bi taybetî bi tayînkirina qeyûman zihniyeteke kurdan li ser kodên dîrokî paşguh dike derdikeve holê, li aliyê din jî ev zihniyet li dijî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê derdikeve. Dema jin bikaribin gotina xwe bikin, biryarên xwe bidin û bibin sedema guhertina di her aliyê jiyanê de wê demê dê polîtîkayên zayendperest jî lawaz bibin. Loma em di konferansê de li ser van xalan jî sekinîn.”
‘Nûnertiya wekhev girîng e’
Arîfe Çinar da zanîn di heman demê de mijareke din a girîng a ku li ser sekinîne nûnertiya wekhev e û wiha pê de çû:”Nûnertiya wekhev girîng e. Divê jin ji bo vê her tim li berxwe bidin. Lê belê dema jin bi nûnertiya wekhev li rêveberiyên herêmî cihê xwe bigirin û li dijî desthilatdariya mêr jiyaneke alternatîf ava bikin ev jî îktidarê ditirsîne. Di eslê xwe de polîtîkayên qeyûman jî li dijî wekhevî, bawerî û jinan xwediyê zihniyeta mêrane ye. Loma jî girîng bû ku li konferansê me bal bir ser dirûşma ‘Nûnertiya wekhev xeta me ya xemrî ye’. Vê yekê biryardariya me ya di mijara wekheviya zayendî ya civakê de derxist holê. Me xwest em jinên Kurd, jinên Tirkiyeyî û jinên cîhanê li dora dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bên gel hevdu û têkoşîna xwe bikin yek.”
‘Divê tecrîd bi dawî bibe’
Arîfe Çinar da zanîn mijareke dinê ya girîng tecrît e û jinan di konferansê de daxwaza bidawîkirina tecrîdê kirine. Arife Çinar wiha dewam kir:” Şerekî ku ev demeke dirêj e didome heye û ev şer bi tinehesibandina gelê Kurd didome. Ji bo ku ev şer biguhere şert û mercên aştiyê, îro girîng bûye. Ger ku pêvajoya aştiyê ava bibe, divê bi Birêz Ocalan re ku di bin tecrîdê de tê ragirtin, hevdîtin bê destpêkirin. Polîtîkaya tecrîdê ne rewa ye. Îro gel, bawerî, jin û ciwan di bin tecrîdê de ne. Cihê ku bêhiqûqî lê dest pê dike girîng e. Ji ber vê yekê divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û pêvajoya muzakereyê bê destpêkirin û rê li ber aştiyeke bi rûmet a li welat bê vekirin. Di konferansê de jinan nêrînên xwe anîn ziman û jin dizanin ku pêşketina pêvajoya aştiyê bi xurtkirina tora hevgirtina jinan û hişyarkirina ji bo aştiyê pêk tê. Her wiha jinan bal kişandin ser têkoşîna jinan a li dijî tecrîdê. Ev têkoşîn mijareke din a girîng e ku daxwazên me yên azadî û edaletê dike yek. Tecrîd di aliyê jiyaneke hevbeş de jî zirarê dide civakê.”
‘Bi fikriyata HDK’ê wê azadî bê’
Arîfe Çinar herî dawî bal bir ser fikriyata HDK’ê û bandorên wê û wiha got:”HDK xwedî wê hêzê ye ku li Tirkiyeyê xeta hevpar a têkoşînê berfireh bike. Wê bi têkoşîneke yekbûyî li Tirkiyeyê ya ku mehkûmî tariyê hatiye hiştin, encam werin bidestxistin. Ger fikriyata HDK’ê li ser vê axê belav bibe wê jin û nasnameyên cuda di nava şert û mercên wekhev û azad de bijîn.”