Rûsyayê êriş daye destpêkirin

Sêşem 16 Îlon 2025 - 15:47

  • Hêzên Rûsyayê êrişeke berfireh li ser Zaporizhia ya Ukraynayê daye destpêkirin, di encamê de kesek hat kuştin û 7 kes birîndar bûn. Artêşa Ukraynayê piştî windahiyên şer û pêşketinên Rûsyayê 2 efserên payebilind ji kar dûr xistin.

Parêzgarê herêma Zaporizhia ya Ukraynayê Ivan Fedorov ragihand ku hêzên Rûsyayê îro (Sêşem) êrişeke berfireh li ser herêma başûrê rojhilatê welêt daye destpêkirin, di encamê de kesek hatiye kuştin û 7 kes jî ku yek jê zarok e, birîndar bûn. Her wiha şewatên mezin di gelek avahiyan de çêbûn.

Medyaya Ukraynayê roja Duşemê ragihand ku fermandarê artêşê Oleksandr Syrskyi 2 efserên payebilind ji kar dûr xistine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku hêzên wê gundekî li Zaporizhiayê kontrol kiriye û diyar kir ku ber bi rojava ve bi pêş ve diçin. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.