HPG’ê nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir
Sêşem 16 Îlon 2025 - 15:50
- HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Garê şehîd bûn eşkere kir û got: "Li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi baweriyeke mezin têkoşiyan û bûn milîtanên fedaî yên Apoyî."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) a li ser şehadeta gerîlayan bi vî rengî ye:
"Ewladên leheng ên gelên me yên Êzidî û Ereb ên li Şengalê hevrêyên me Doga Pîrdogan, Delîl Şengal, Nûjiyan Sîncar, Azad Zîlan û Şêrhat Zeko dema di nava refên gerîlayan de têdikoşiyan di dîrokên cuda de tevlî karwanê nemiran bûn. Em pêşengên wêrek ên gelên me yên Êzidî û Ereb ku bûne milîtanên Apoyî yên fedaî bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.
Em dubare hevrêyên xwe Doga, Delîl, Nûjiyan, Azad û Şêrhat ku ev heqîqet bi kedeke mezin û dayîna canê xwe nîşan dan, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Girêdayî vê yekê di serî de malbatên wan ên hêja sersaxiyê ji gelên me yên Êzidî û Ereb ên li Şengalê dixwazin. Em soza xwe ya meşa li ser şopa şehîdên xwe û pêkanîna armancên wan nû dikin û diyar dikin ku em ê bîranên wan di xwişk-biratiya gelan de tim û tim zindî bigirin." NAVENDA NÛÇEYAN