‘Tecrîdê şerê taybet anî’

În 1 Mijdar 2024 - 19:00

  • Endama Meclisa Jinan a DBP’ê Ayşe Çelîkbîlek têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bandorên wiha got:” Bi tecrîdê re hat xwestin tundiyek hem li derve hem li girtîgehan pêk were. Tecrîdê li Îmraliyê dest kir belê li her derê belav . Tecrîd demabelav bi xwe re qeyrana aboriyê her wiha qirkirina zarok û jinan anî. Tecrîdê bi xwe re şerêtaybet anî.”

ROZA METÎNA/ AMED 

Endama Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ayşe Çelîkbîlek têkildarîtecrîda li ser Abdullah Ocalan û bandorên nirxandin kir. Ayşe li dijî tecrîdê bal bir ser girîngiya têkoşîn û rêxistinbûyina jinan.

Tecrîd li dijî ramana azad e’

Ayşe di destpêkê de bal bir ser armanca tecrîda li ser Abdullah Ocalan û wiha got:”Tecrîd jiber hewldana qutkirina ji Rêber Ocalan ket rojeva me. Armanca tecrîdê ew e ku fikir û ramanên Rêber Ocalan di nava civakê de, di nava cîhanê de belav nebe. Tecrîd li dijî ramanaazad e. Hat xwestin pêşiya yekê girtin. Çimkî fikrê Rêber Ocalan ne tenê ji bo GelêKurd . Ji bo hemû Rojhilata Navîn . ji bo Rojhilata Navîn fikra wekheviyê derxistpêş. Rêber Ocalan dixwaze hemû gel azad bibe, bi zimanê xwe biaxivin û ji bo hemû gelanjiyaneke li ser esasên netewa demokratîk xwest. Di eslê xwe de tecrîdê li hemberî yekêdest kir.

Tecrîdê şerê taybet anî

Ayşe qala bandorên tecrîdê kir û wiha de çû:”Bi tecrîdê re hat xwestin tundiyek hem li derve hem li girtîgehan pêk were. Tecrîdê li Îmraliyê dest kir belê li her derê belav . Tecrîd dema belav bi xwe re qeyrana aboriyê her wiha qirkirina zarok û jinan anî. Tecrîdêbi xwe re şerê taybet anî. Tecrîd di heman demê de tecawiz bi xwe re anî û tundiya li ser jinanzêde kir. Tecrîdê bawerî di nava civakê de pêş xist û sedema koçberiyê. Ciwan ji ber yekê niha di nava sîstemê de tiştekî ji bo xwe nabîne. Niha hişbir ji bo çi belavkirin ? Jibo ku ciwan haya wan ji wan tune be. Ji bo mejiyê wan pûç bibe, rêxistinê nizanibin û têkoşînê nemeşînin. Niha ciwanên hişbirê bi kar tînin di nava civakê de tune tên hesibandin. Çimkî ji bo wan xwestekek wan tune ye û ji bo civakê û jiyanê hişmendiyeke wan tune ye. Ji ber pêşeroja civakê zarok û ciwan in loma sîstem dixwaze bi hawî pêşiyê li siberojacivakê bigirin. Me herî dawî mînaka şerê taybet jixwe li Colemêrgê dît. Rabîa Onver li wiralîgirên şerê taybet teşhîr kir. Her wiha ji bo jinên ciwan azadiya xwe nefikirin tecrîdê û bi re girêdayî şerê taybet belav dibe. Ev şerê taybet û tecrîd pir zêde bi destên kesên biunîforma hat meşandin.”

Li zindanan tundiyek sîstematîk heye

Ayşe da zanîn tecrîd bandorê li girtîgehan dike û wiha got:” Li Kurdistan û Tirkiyeyê tu kes ji rêzê jiyana xwe ji dest nadin. Pergala mêrperestiyê bandora xwe li yekê dike. Wekîmînak dema ez li mala xwe jiyana xwe ji dest bidim dema lêkolîn kirin bandorasîstema deshilatdar dîtin.  Li zindanê ev yek di astê de ye. Dema Garîbe Gezer li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, ji bo hat gotin xwe întixar kiriye. belê pişt re didîmenan de hat dîtin ku tundî û îşkence li Garîbeyê hatiye kirin, li erdê hatiye kaşkirin. Yanîbi wan dîmenan eşkere ku Garîbeyê hatiye qetilkirin. Niha ji bo Mizgîn Acar a ku li Girtîgeha Mêrdînê gotin întixar kiriye. Mizgînê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. belê malbat dibêje ne întixar e. Wexta em li bingeha mînaka Mizgîn Acar binirên dişibe ya Garîbe Gezer. Tundiyeke sîstematîk li ser girtiyan heye. Ev bi bandora tecrîdê pêş dikeve. Her wiha ev sîstem dixwaze girtiyan ji bajarên wan û ji malbatên wan dûr bixîne. Wan jimafên wan ên tendirustiyê dûr dixin. Heta li hundurê devê wan digerin. Lêgerîna tazî li ser wan ferz dikin. Mafê wan ji destên wan tên girtin. Girtiyên nexweş nayên berdan. Girtiyên kucezayên wan qediyane nayên berdan. Di dema pandemiyê de zilm li girtiyên di zindanan de û li goristanan hat kirin. Kevirên goristanên me şikandin. Lijneya îdarî û çavderiyê ava kirin û nehiştin girtî derkevin.”

Êrişên li ser Rojava û tecrîd

Ayşe da zanîn êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û tecrîd ji hev ne qut in û wiha got:”Tecrîd bixwe re şer, xwîn û kuştinê tîne. Jiyana ku hatiye avakirin perçe dike. Li ser RojavayêKurdistanê niha ev meşandin. Pergala li Rojava ji bo cîhanê mînakek. belê Tirkiyeli hemberî pergalê li hincetan digere. Loma Tirkiye êrişî pergala Rojava û gelê li wir dike. Ev bandora tecrîdê bi xwe ye. Êriş heta li firinên li Rojava kirin. Niha gelek çete li Rojava bi cih bûne. Tecawizî jinan dikin, jinan direvînin, qetil dikin, tundiyê û îşkenceyêdikin. Tirkiye dengê xwe ji wan re nake belê êrişî pergala Rojava ya wekheviyê dike. Ev bingeha xwe ji şerê qirêj dike. belê bersiva van erişana têkoşîn û rêxistinbûyîn e. Ji bo ev şer biqede divê tecrîd rabe û Rêber Ocalan bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Çareseriya pêvajoyê ev e. Divê em wekî jinên kurd rêxistinbûyin û têkoşîna xwe mezin bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.