Divê mafê hêviyê bê dayin

Şemî 26 Tîrmeh 2025 - 03:10

Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr diyar kir ku mafê hêviyê yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê bê dayin û got pêkanîna mafê hêviyê gaveke pêwîst e.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Wanê Celal Demîr, têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û mafê hêviyê nirxandin kir.

Rabirdûya pêvajoyê

Cemal Demîr, bal kişand ser rabirdûya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku Rojhilata Navîn di nava şerê sêyemîn ê cîhanê de ye. Cemal Demîr, anî ziman ku rewşa Iraq, Îran û Sûriyeyê li ber çavan e û got: “Li Rojhilata Navîn ji aliyê serdestên cîhanê yên emperyalist ve sînorên nexwezayî hatine çêkirin. Kurdistan ji aliyê çar dewletan ve hatiye dabeşkirin, parvekirin û parçekirin. Ev yek jî dibe sedema pirsgirêkan. Her wiha di navbera Filistîn û Îsraîlê de jî pirsgirêkên mezin hene û şerê cîhanê yê sêyemîn weke xwezayî derket holê. Dewleta Tirkiyeyê jî dît ku dikeve di nava aloziyeke siyasî, civakî û îdarî û nava şer. Hişmendiya dewletê û nûnerên wê ev rastî dîtin û çûn ber lingê Serokatî. Ev yek ne bi xwesteka wan an jî bi dilê wan bû, lê belê neçarbûn ku biçin Îmraliyê. Rabirdûya 27ê Sibatê ev e.”

Mafê hêviyê gavek e

Cemal Demîr, bal kişand ser mafê hêviyê yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku pêkanîna mafê hêviyê gaveke pêwîst e. Cemal Demîr, destnîşan kir ku 10 sal bi ser biryara DMME’yê re derbas bûye, lê ji aliyê dewletê ve gavên şênber nehatine avêtin. Cemal Demîr, diyar kir ku xala 9’emîn a destûra Tirkiyeyê jî dibêje “Divê biryarên DMME’yê bên bicihanîn” û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Qanûnên xwe jî pêk naînin. Ji bo ku pêvajo bi tenduristî bi rê ve biçe, divê mafê hêviyê bê bicihanîn. Her çiqas çend heval şandibin Girava Îmraliyê jî, hêj şert û mercên Serokatî nehatine başkirin û pêşiya Serokatî hêj jî girtiye. Serokatî dixwaze bi gel, rêxistin, rojnamevan, rewşenbîr, akademîsyen hwd. re hevdîtinan pêk bîne. Ji bo ev tişt pêk bên divê mafê hêviyê bê nasîn.”

AW/WAN/BAZÎD EVRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.