Ji bo Asya û Rojger helbest nivîsîn

Pêncşem 7 Mijdar 2024 - 17:00

  • Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
  • Operasyona Ewlehiya Domdar
  • Em ê nehêlin dosyaya Narînê bê girtin
  • Di meha cotmehê de 43 jin hatin kuştin
  • Li dijî qeyûm serî li dadgehê dan

Gerîlayên YJA Starê bi helbestekê qala çalakiya fedaî ya Asya û Rojger kirin. Helbest bi navê'Roj nekarî bê tarîkirin' hate nivîsandin ku di ew gotin di nameya Rojger Hêlîn de derbas dibe.

Fedaiyên Tabûra Nemiran Asya Alî û Rojger Hêlîn 23'ê Cotmeha 2024'an li hemberî navendapîşesaziya parastinê ya dewleta Tirk TUSAŞ'ê çalakiyeke fedaî kirin ku bandora vê çalakiyêhîn jî dewam dike. Yek ji deverên ku peyama vê çalakiyê gihîştê, bêguman çeperênberxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye.

Gerîlayên YJA Starê yên li çeperên şer, dilsozî û heyraniya xwe ya ji bo çalakiya fedaî Asya û Rojger bi helbestekê nîşan dan. Helbest ji armanca çalakiyê heta bi pêvajoya amadekariyê û encamên wê, bi zimanê wan qala vê pêvajoyê dike. Navê helbestê jî 'Roj nekarî bê tarîkirin' e ku di nameya Rojger Hêlîn de derbas dibe. BERJÎN ONÛR  BEHDÎNAN

 

* * *

Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

Gelekî li ber xwe da, qêriya û got tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Zindanan ji berxwedanan re şahidî kir. Kurdan li hemû qadan bang kir, dengê xwe bilind kir û gotin ‘Ev tecrîd di şexsêAbdullah Ocalan de ligel tê kirin’. Dayikên dilşewat li qadan îşkence dîtin. Tevî vê dest jiberxwedanê bernedan. Van berxwedanan têrî muktedîran nekir. Rihê 14’ê Tîmrehê lizindanan dîsa zindî bû. Zulkuf, Ayten, Medya, Zehra, Mahsun, Yonca û Sîra. Ev rihên fedayîfiriyan û gihiştin serokatiyê.

Di 26 salan de ji bo serokatiya me û sê hevalên wî yên li girava Îmraliyê dimînin maf bênnasîn têkoşîn û bedelên mezin hatin dayîn.  Ev dihatin jiyîn lê bêdengiyek hebû. Belkî ev stratejiyek bû. Deng nebihistin. AKP ji tecrîda dijhiqûqî ya 23 salan berpirs e.

Tecrîd li ser hemû girtîgeh û muxalîfan pêk hat. Di 2019’an de 7 ciwanî li girtîgehan ji botecrîd bê bihistin canê  xwe feda kirin. Îro serokê netewperest yê welat dibêje ‘ger tecrîd rabe’ û vê dijhiqûqiyê qebûl dike.

Piştî 43 mehan şûnde Omer Ocalan çû hevdîtin bi serokatiyê re kir. Vê hinekî dilê Kurdan rehet kir.  Ew û her sê hevalên wî başin û me fêm kir ku tecrîd rabe ew di her alî de wê ji bopêvajoyê amade be. Ev jî hêviya me ya ji bo çareseriyê zêde dike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû nirxên me, gelek bi nirx in. LEYLA GUVEN/JINNEWS

 

* * *

Operasyona Ewlehiya Domdar

 Operasyona Ewlehiya Domdar a li kampa Holê û derdora wê di roja duyemîn de ye. Li gor hejmarên dawiyê 40 çeteyên DAIŞˈê hatine girtin û gelek çek hatin desteserkirin.

Operasyona Ewlekariya Domdar ku ji aliyê YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li kampa Holê û derdora ve hatiye destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Nûçegihanên me yên ku operasyonê kêlî bi kêlî dişopînin, diyar kir ku hêzên operasyonê piştî ku gelek gund paqij kirin û gihaştin sînorê Iraqê (başûr), niha giraniya xwe daye xeta navbera bajarokên Şedadê û Holê û lêgerînê dikin.

Li gorî agahiyên ku fermandarên operasyonê dane nûçegihanên me, heya niha çeteyek hatiye kuştin, 40 çeteyên şaneyên DAIŞˈê hatine girtin û miqdareke çek û cebilxane hatine desteserkirin.

Armanca operasyonê, paqijkirina 100 kîlomtere sêgoşeya li kampa Holê û derdora wê (erdîngariya navbera Hol, Til Hemîs, Hesekê, Eşîre û Şedadê) ye. HESEKÊ/ANHA

 

* * *