Xebat piştî hilbijartinê jî dewam dike

Seevan SAEED nivîsand —

Çarşem 21 Hezîran 2023 - 00:04

Yek ji karakterên pirr zelal ên Tevgera Azadiya Kurdistanê ew e ku li qadên cuda, xebatên xwe dimeşîne. Ne tenê li aliyê siyasî yan jî aborî ew  xebate dike. Mirov dikare bibêje ku wê giraniya xebata xwe li ser rehendên cuda belav kiriye. Ji ber vê yekê, em dikarin wê tevgerê ne bi tevgereke siyasî ya tenê, belkî bi tevgereke civakî ya berfireh bi nav bikin. 

Bêguman, dijminê herî hov ê gelê Kurd û gelên azadîxwaz li Rojhelata Navîn, dewleta Tirk e. Bingeh û hebûna vê dewletê ji xwe li ser esasê tinebûna gelan çê bûye. Jiber vê sedemê, xebatên azadîxwaz ên gelê Kurd û gelên din jî, ne tenê li dijî sultan û rayedarên dewleta Tirk in, belkî li dijî pergala bingehî ya sîstema dewleta Tirk e. Ya rastî ew e ku ev dewlet û sîstem, dijber û nateba ye ligel ruh, xweza û jiyana xelk û gelên vê deverê. Ruhê gelê Kurd bi taybetî xwediyê karakterekî azad û fireh e, û ev sîstem nikare wî ruhî kontrol û êsîr bike.

Xebata gelê Kurdistan li hemberî zilma sîstem û dewleta Tirk, ev bû sed sal ku didome. Bingehê herî giring ê vê xebatê, berxwedana azadî û azadîxwaziyê ye. Ev xebat ne tenê bala xwe dibe ser xebata siyasî yan jî çekdarî. Xebatên gelên azadîxwaz li her derê û li her war û meydanê dimeşin. Xebatên tevgera azadiya Kurdistanê, xebateke civakî û fire rehend (pirralî) e.  Li her zeman, mekanî û bi her amûrê dikare firsenda xebat û berxwedana ber bi azadiyê ve çê bike.

Hilbijartin li Tirkiye tenê yek ji van amûr û firsendan e. Û tevgera azadiyî wan weke saheyeke xebatê bi kar tînê. Xebata gel û tevgera azadiyê, beriya helbijartinê û piştî helbijartinê jî dîsa didome. Rast e ku hilbijartin li Tirkiye di bin destê dewleta faşîst de ye. Bi hezaran hîle û bêbextî, û kiryarên qirêj li hemberî gel tên meşandin. Lê dîsa jî ew sahe ji aliyê gel û tevgera azadiyê ve tê bikaranîn. 

Rast e ku kemasî û rexne hene li pratîka tevgerê jî. Lê dîsa ji em dikarin bibêjin ku xebata gelê Kurd li saheya hilbijartinê, weke referandûmekê bû. Rexmî zilm û zora dewleta Tirk jî, her carê pirraniya gel ji dewletê re dibêje na. 

Rast e, dagirkariya dewleta Tikr ne tenê dagirkariya ax û welatê Kurdan e. Dagirkariya zihnî ji her cûre dagirkariyê xetertir û mezintir e. Lê dîsa jî gelê Kurdistanê û tevgera azadiya wî jî, bi xebata xwe ya “fire alî”, heta radeyeke baş li hemberî sîstema dagirkeriyê, berxwedana xwe mezin û fireh kiriye. Rast e ku riya azadiyê dirêj û dijwar e. Lê xebat ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet û bi hêviya azadiyê; ji azadiyê bixwe şîrîntir e. Xeyal û hizra min ber bi wê gotina mezin a Yeilmaz Guney ve diçe: Em dê teqez bi ser kevin. Bêguman rojek tê ku gelê Kurdistanê dê bi ser keve. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.