Heger di navber a Siûdî û Îranê de lihevhatineke rast û cidî derkeve holê, bi îhtimala mezin dibe sedema seqamgîrî û aştiyê li herêmê. Herî kêm, li Yemen, Sûrî, Iraq û Lubnanê rewşa siyasî baştir dibe û nakokiyên mezhebî aram dibin. Lê li vir pirsek tê pêşîya me, gelo bi vî rengî ku Erebistana Siûdî û Îran bi sedan salan e siyaset û îdeolojiya xwe meşandine, lihevhatin mumkin e?
Dijberiya mezhebî û siyaseta nedemokratîk a her du rejîman heta niha wisa bûye ku îmkana lihevhatinê di navbera wan de pirr zehmet be.
Heger Çîn weke hêzeke teze û pirr desthilat bikare di warê aborî û siyasî de her du welatan mecbûrî lihevhatinê jî bike, dîsa jî ev lihevhatin mecburî û demkurt e. Lê ew ji xuya ye ku Emerîka bi hêsanî naxwaze li herêmê bê rol bimîne. Ya ku zelal e, ew e ku Rûsya li Rojhelata Navîn, ne bi tenê ye. Çîn her tim li pişta Rûsyayê sekiniye, Her tim hêza aboriya Çînê moral û hêzê dide manovrayên Rusyayê li Behra Reş û li Rojhilata Navîn jî.
Li aliyê dinê jî, roj bi roj alîgirên Rûsya û Çînê li dinyayê zêde dibin. Ya ku bi kurtê weke BRICS tê bi navkirin, êdî ne tenê pênc welat in. Heger çî, wan pênc welatan bi xwe bi qasî Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê mezin, zengîn û bihêz in jî, ya balkêş ew e ku welatên dijber ên mîna Siûdî û Îranê jî bi mecbûrî yan jî bi dilxwazî tevli hevbendiya BRICS´ê dibin.
Ji aliyê din ve, Çîn ne tenê di navbera Siûdî û Îranê de lihevhatinê çêdike; belkî statuya xwe ya aborî li dinyayê bi hêz dike. Pereyê Çînê (Yuan) hêdî hêdî dibe alternatîf ji bo dolarên a Emerîkî. Ev yek dibe sedemeke mezin a ji bo lawazbûna Emerîkayê li Rojhilata Navîn. Bi taybetî heger lihevhatina her du welatên dijber ên weke Siûdî û Îranê bibe lihevhatineke demdirêj.
Lê pirsa girîng ew e ku ka bersiva Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dê Çawa be? Ez ne bawer im ku Emerîka bikare bê şer teslîmbûna xwe qebûl bike. Ew ê nikarine qebûl bike ku “yuan” bibe pereyê mezin û dolar ber bi paş ve biçe. Ji ber vê yekê, zextên Emerîkayê li ser Siûdî, Misr û dewletên kendavê zêde dibin.
Di vê rewşê de; em dibînin ku dewleta Sûri û rejîma Esed, bi desteka Rûsya û Çînê; hêdî hêdî tê ser hemdê xwe.
Kurd weke aktorê nedewletî lê aktîf û bi bandor, di vê rewşê de dikarin bi roleke çawa rabin? Ew jî yek ji pirsyarên girîng e ku bersiva wê lazim e. Kurd disa lazim e ku bi rêya xwe ya sêyemîn bidominin. Emerîka li herêmê hê jî pirr bi bandor e. Lê hatina bi hêz û qudret a Çînê zelal bûye. Bila em li bendê bin ka li Tirkiye Erdogan û xelafeta wî dê hilweşin yan na! Miheqeq hilweşîna sîstema li Tirkiyê dibe sedem ji bo berfirehbûna firsendên ji bo Kurdan ku rêya xwe ya sêyemîn bidomînin.






