Strana şoreşgerî û nostaljiyê ya Qendîla serbilind

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 12 Kanûn 2023 - 00:47

Beriya çendekê, li Başurê Kurdistanê, peşmerge û stranbêjê şoreşger ê ji Rojhilatê Kurdistanê Tahir Xelîlî koça dawî kir. Strana wî ya pirr bi nav û deng, bi navê “Le Qendîlî Serberzewe” her li bîra min e. Ev strana hanê, demeke dirêja xebata azadîxwaziyê ya gelê Kurdistanê, li Başur û Rojhilatê Kurdistanê weke semboleke mezin û dengê pêşmerge dihat guhê xelkê û pêşmergeyan:

Le Qendîlî serberzewe, 

welamit bo denêrmewe. 

Şehîdbûnim şanazîye, 

hawrê renge netbînmewe.

Koça dawî ya Xelîlî, disa ew xeyal û hêvî ya bi heyecan a berê, weke nostalijîyeke pirr taybet, dîsa xist bîr û hizra xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî nifşê salên ji 1980´yî ber bi 1990´î ve. 

Hêzî pêşmerge nabezê, 

hemû şorişgêrin ewro. 

Şehîdbûnman Şanaziye, 

Daykan boman meken ro ro.

Gava em guhdariya dengê pirr bi heybet ê Xelîlî dikin, gava digot “hêzî pêşmerge nabezê”, efsaneya pêşmerge û xebatê pirr bi heybet a pêşmerge di dilê kesên weke min de disa geş dibe. Lê ew xeyalên romantîk ji bo pêşmerge û heybeta hêzên pêşmerge zêde dûr naçe; rastiya îroyîn a dijwar û daketina heybet û efsaneya pêşmerge, weke rastîyeke tehl û nexweş xwe beyan dike. 

Rastî ew e ku hêza pêşmerge bezî. Yanî şikest. Ew yek, rastiyeke tehl e û em ne çar in qebûl bikin. Li Başur, hêza pêşmerge şikest ji ber ku armancên azadîxwaziya xwe wenda kir. Li Rojhilat jî hêza pêşmerge şikest, ji ber ku pişta xwe bi gelê xwe germ û qewîn nekir. Belkî, ji ber ku pişta xwe bi hêzên şikestî yên Başûr girêda. 

Tahir Xelîlî, êdî ji Qendila serbilind nîne ku nameyan ji bo hevalan bişîne. Tahir Xelîlî li meydana şer û li ser çiya nîne ku dîsa îhtîmal hebe da ku careke din hevalên xwe nebîne. Mixabin Tahir Xelîlî û hevalên wî yên pêşmerge, niha li bajar li ber rehma deshilata gendel a Başûr in. Her roj çeteyên komara Îslamî ya Îranê, jiyan û xebatê li wan qels dike. Hevalên pêşmerge edî li Qendîla serbilind nabêjin dayikan ji bo me negirîn gava em şehîd bûn. Ev yek rastiyeke tehl û pirr dijwar e. Nabe ku em xwe li vê rastiya tehl kor bikin. 

Rastiyeke din ev e ku gelê me li Başûr û Rojhilat ji xebat û azadiyê bêhêvî nebûye. Belkî ji pêşmergeyên doh û mixabin gendelkarên îro bêhêvî bûye. Ji ber vê yekê, lazim  e em pirr baş bizanin ku gelê me ji bo alternatîf û guhartineke ji xeyal û xebat ji bo Azadî lêgerînê dike. Di nava gelê Rojhilatê Kurdistanê de potansiyeleke pirr mezin heye ji bo guhartina vê rastiya tehl. Ji bo guhartina vê şikestê bi serketineke manedar. 

Bi hezaran şoreşgerên weke Tahir Xelîlî, ligel vê hêviyê jiyan. Mixabin hêvî yên xwe bi xwe re birin bin axê. Lê dîsa, em dikarin bibînin ku gelê me li Rojhilat li ser riya guhartineke manedar e ber bi azadiyê û serbilindiyê ve. Xweşbextiya me ye ku niha jî Qendîl her serbilind e. Niha jî lehengên me li ser navê Tahir Xelîlî û hezaran şehîdên me li Qendila serbilind in.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.