Wesiyeta herdu cangoriyan pêk hat
În 5 Îlon 2025 - 03:47
Gerîlayên Azadiyê yên binavê Bêrîtan Amed û Çiya Rizgar ku bi salan li dijî nexweşiya penceşêrê têkoşiyan û şehîd bûn. Wesiyeta her du gerîlayên şehîd ew bû ku eger şehîd bibin cenazeyên wan li rex hevrêyên wan ên li Goristana Qendilê werin veşartin. Piştî ku cenazeyên wan ber bi Qendîlê ve hatin oxirkirin, bi merasîmeke bi heybet ber bi bêdawiyê ve hatin oxirkirin. Çalakvana siyasî ya Binarê Qendîlê Ronahî Husên di merasîma veşartina cenazeyê her du şehîdan de axivî û got:’’Hêvî û xeyala Şehîd Bêrîtan ew bû ku nexweşiya xwe bin bixe, bigihê tenduristiya xwe û vegere nav hevalên xwe yên têkoşînê. Lê ji ber giraniya nexweşiya xwe tevlî karwanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bû. Lê di heman demê de wesiyet kiribû ku eger şehîd bibe, cenazeyê wê li rex hevalên wê yên têkoşînê ve were veşartin. Ji ber wê yekê em xwe şopdarên rêya şehîdan dizanin û em ê li ser xeta wan ya têkoşîna azadiyê bimeşin. Em ê heta dawî xwe deyndarê ked û xwîna şehîdan bibînin. Ew xwediyên rasteqîn ên vî welatî ne, em jî parêzvanên hêvî û destkeftiyên şehîdên xwe ne.”
Her wisa Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên Tevgera Azadiyê ya Binarê Qendîlê Hemed Emîn Xidir jî di merasîma oxirkirina her du şehîdan de axivî û got:“Em spasiya hemû kesên ku hatine vir û beşdarî merasîma şehîdan bûne dikin. Beşdariya welatiyan a di merasîma şehîdan de, nîşana wefadarî û dilsoziya wan a bi şehîdan û xeyalên wan yên azadiyê ye.”
Piştre nasnameya şehîdan hate xwendin û di bin dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” cenazeyê Şehîd Bêrîtan Amed û Şehîd Çiya Rizgar li Goristana Şehîdên Qendîlê hatin veşartin.”
ROJNEWS/BINARÊ QENDÎL