Cenazeyê gerîlayê HPG'ê nadin malbatê
Pêncşem 6 Mijdar 2025 - 03:45

Gerîlayê HPG'ê Kemal Selîmî yê ji rojhilatê Kurdistanê, 5 sal berê li Şirnexê di encama êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da. Ev bû 5 sal cenazeyê Kemal Selîmî bi îdiaya, "cenaze tune ye" nadin malbata wî.
Kemal Selîmî (Gelî Bêrîtan) ê HPG'yî, di 2'yê Îlona 2020'î de li navçeya Silopiya ya Şirnexê, di êrişa Balafirên Hewayî ya Bêmirov (ÎHA) de jiyana xwe ji dest da. Tevî ku ji ser re 5 sal derbas bûne, cenaze hêj nedane malbata wî. Piştî ku malbata wî agahî girtin ku jiyana xwe ji dest daye, ji navçeya Salmas a bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê berê xwe da Şirnexê. Lê ji ber ku di serlêdanan de tu encam wernegirtin, vegeriyan Rojhilat. Malbata Kemal Selîmî ya ku ji bo cenaze bigire sê caran ji Rojhilat berê xwe da Şirnexê, her carê rayedarên dewletê, bi hinceta "Encamên DNA'yê derneketine" ew paşve şandin. Malbata ku zêdetirî 5 sal in li bende wergirtina cenaze ne, hêj tu encam wernegirtine. Ji ber ve yekê malbatê, parêzer girt û doz vekir. Parêzerê malbatê daxwaznameyek ji Wezareta Dadê û Wezareta Karên Hundir re nivîsandibû û wezaretan di bersiva daxwaznameyê de gotibûn: "Doz berdewam dike û piştî temambûnê dê belgeyek fermî were dayîn." Lêbelê, tevî ku pênc sal derbas bûne jî, malbatê hîn jî cenaze wernegirtiye. Her çend ji malbatê re hatibû gotin ku "cenaze tune" lê nûçeya DHA'yê ya 18' ê Îlonê bi sernavê "Tîma kuştinê ya PKK'ê bi dronan hate îmhakirin!" vê îdiayê wan vala derdixîne. Di nûçeyê de wêne û nasnameya Kemal Selîmî û endameke din ê HPG'ê hatiye weşandin. Birayê Kemal Selîmî Argeş Selîmî der barê mijarê de axivî. Argeş Selîmî, anî ziman ku tenê daxwaza wan ronîkirina bûyerê ye û wiha got:”Me parêzerek girt û doz vekir. Em dixwazin bûyer were ronîkirin. Çima cenazeyê kesekî mirî nayê dayîn? Ger van kesan jiyana xwe ji dest dabin, çima cenazeyê yekî didin û yê din nadin? Pêvajoyek aştiyê hatiye destpêkirin. Hewce ye ku cenaze jî li gorî rihê vê pêvajoyê bidin. Divê ew ronî bikin ka çi bi serê birayê min ve hatiye. Me di van pênc salan de tu bersiv negirtiye. Me parêzerek girt û gef li parêzer hat xwarin. Parêzer daxwaznameyek şand, lê hê bersiv nedane. Daxwaza me ew e ku bûyer were ronîkirin. Ger kuştibin bila cenaze bidin. Ger we nekuştibe, bila ronî bikin û bersivek bidin me."
MA/WAN/ZEYNEP DÛRGÛT















