Bêrêzdariya li miriyan îşkence ye
Sêşem 25 Mijdar 2025 - 03:38

ROZA METÎNA / AMED
Elîf Bûlût destnîşan kir ku hîn gelek dayikan xwe negihandine hestiyên zarokên xwe, hîn gelek cenaze di goristanên bêkesan de veşartîne û wiha got:"Ev ji aliyê bîrdoziyên serdest ve rêbazek cezakirinê ye. Malbatên miriyan, rêhevalên li dû wan mane û her kesê ku bi awayekî birdozî têdikoşe ji aliyê hikûmetan ve têne cezakirin. Di bingeha vêya de cureyekî giran ê îşkenceyê heye. Bêrêzdariya li miriyan îşkence ye."
Tevî pevajoya "Aştî û Civaka Demoratîk" dest pêkir û dewam dike jî lê belê êrişên li ser gorên têkoşerên azadiyê, astengkirina şînên wan, astengkirina wecîbeyên olî yên têkoşerên azadiyê dewam kirin. Nerazîbûn û bertekên li dijî vê yekê jî derketin pêş. Her wiha di 8'ê Mijdarê de jî li Mêrdînê Înîsatîfa Rêzdariya li hemberî Miriyan panela "Rêzdariya li hember miriyan û edalet" li dar xist.
Ji sekreteryaya Înîsatîfa Rêzdariya li hemberî Miriyan Elîf Bûlût têkildarî êrişên li ser gorên têkoşerên azadiyê, astengkirina şînên wan, astengkirina wecîbeyên olî yên têkoşerên azadiyê nirxandin kir. Elîf Bûlût got:" Divê neheqiyên ku hatine kirin bi berfirehî ji her kesî re werin ravekirin û belgekirin. Divê ev neheqî ji her kesî re werin ragihandin, divê rastî were eşkerekirin û divê bandora van bûyeran were ravekirin."
Êriş nêzîkatiya pêvajoyê eşkere dike
Elîf Bûlût da zanîn tevî pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" dest pê kiriye jî lê belê bêrêzdariya li hemberî kesên jiyana xwe ji dest dane, dewam kiriye û wiha got:"Her çiqas pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam e jî, bêserûberî û neheqî fikaran diafirînin û zirarê didin pêşeroja giştî ya vê pêvajoyê. Êrîşên dubare yên li ser merasîmên cenazeyan, nêrîna hemî astên hikûmetê ya li ser pêvajoyê eşkere dike. Ger pêvajoyek were avakirin, divê ew bi beşdariya hemî saziyan were kirin. Divê aştî ne tenê di navbera her du aliyan de, lê di nav hemî saziyên dewletê de jî were avakirin. Her wiha negihaştina cenazeyan, texrîbkirina goristanan êşên berê hatine jiyîn, tîne bîra mirov."
Divê civak hestiyar tev bigere
Elîf Bûlût da zanîn ku divê civak li hemberî bêrêzdariya li dijî kesên jiyana xwe ji dest dane hestiyar tev bigere û wiha pê de çû:"Eger em bikaribin li ser vê axê jiyaneke hevbeş ava bikin, em dikarin bi tevahî rave bikin ka çima divê em rêzê li hev û miriyan bigirin. Çavkaniya bingehîn a pirsgirêkên ku li vê deverê têne jiyîn, di rastiyê de, pergalek e ku ji hêla zihniyeta desthilatdariyê ve hatiye damezrandin. Divê em êşa hevdu parve bikin. Ji ber vê sedemê, divê neheqiyên ku hatine kirin bi berfirehî ji her kesî re werin ravekirin û belgekirin. Divê ev neheqî ji her kesî re werin ragihandin, divê rastî were eşkerekirin û divê bandora van bûyeran were ravekirin."
Bêrêzdariya li miriyan îşkence ye
Elîf Bûlût destnîşan kir ku hîn gelek dayikan xwe negihandine hestiyên zarokên xwe, hîn gelek cenaze di goristanên bêkesan de veşartîne û wiha dewam kir:"Ev ji aliyê bîrdoziyên serdest ve rêbazek cezakirinê ye. Mixabin, ev ne tenê li Tirkiye yan Kurdistanê, lê li her welatekî cîhanê wisa ye. Malbatên miriyan, rêhevalên li dû wan mane û her kesê ku bi awayekî birdozî têdikoşe ji aliyê hikûmetan ve têne cezakirin. Serdest dixwazin rewşa şînê dewam bike. Di bingeha vêya de cureyekî giran ê îşkenceyê heye. Bêrêzdariya li miriyan îşkence ye."
Êrişa li goran şerê taybet e
Elîf Bûlût êrişa li dijî cenaze û goran wekî polîtîkayên şerê taybet pênase kir û wiha got:"Ev bê guman yek ji pêkanînên dewletê yên siyaseta şerê taybet e. Ev peyamek ji bo gelê Kurd e û divê ew wekî peyamek ne tenê ji bo Kurdan, lê di heman demê de ji bo hemî aliyên cudahî li hemberî wan pêk tê, were şîrovekirin. Ew êrîşî gorên Elewiyan û her wiha yên baweriyên cuda jî dikin. Wekî din, li dijî van hemûyan parastinek zagonî ya têrker tune ye. Siyasetek bêcezatiyê serdest e. Ev hem êrîşên rêxistinkirî û hem jî yên takekesî teşwîq dike."
Wê du panelên din li dar bixin
Elîf Bûlût herî dawî qala xebatên xwe kir û wiha got:"Wek înîsiyatîfek, di demekê de ku êrîşên dewletê yên li ser merasîmên cenaze û goristanan pir zêde dibûn, em bi gelek sazî, kes û partiyên siyasî re hatin cem hev da ku rêyên têkoşîna hevbeş a li dijî vê yekê bigerin. Ev înîsiyatîf bi vî rengî çêbû. Hewldan hatin dayin da ku bi rêya panel, konferans û daxuyaniyan hişyarî bê zêdekirin. Di sala 2022'yan de, konferansek navneteweyî ya mezin hate organîzekirin û biryar hate dayîn ku sazûmanî were kirin. Lêbelê, tevî vê biryarê, înîsiyatîf di pêkanîna vê de bi ser neket. Îro, bi civakîkirina aştiyê, înîsiyatîfê dîsa hewldanên xwe zêde kiriye. Em hewl didin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bişopînin heta çarenûsa hemû miriyan were diyarkirin û mafên wan werin vegerandin. Em bi her kesê ku dikare bi xebat an şahidiya xwe beşdarî vê pêvajoyê bibe, panelan li dar dixin. Heta niha, me di vê pêvajoyê de sê panel li dar xistine: yek li Stenbolê, yek li Mûşê û yek li Mêrdînê. Niha em armanc dikin ku du panelên din li dar bixin. Em ê li her yek ji herêmên Çukurova û Egeyê panelek din li dar bixin û berdewam bikin ku dengê kesên hatine paşguhkirin û êşên wan bilêv bikin."















