Hem bi hiqûqî hem bi olî sûc e
Sêşem 12 Tebax 2025 - 03:40
Şînên ji bo gerîlayên HPG-YJA Starê yên di dîrokên cuda de şehîd bûne, ji hêla polês û leşkeran tên astengkirin. Gerîlayê HPG’ê Nizar Cizîrî (Adem Gok) di 1’ê Îlona 2019’an şehîd bû û malbata wî di 8’ê Tebaxê de xwest li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê şînê dane. Lêbelê polîsan bi ser mala şînê de girtin, mafê şîngirtinê yê malbatê û rêzgirtina li dijî bîranîna kesê jiyana xwe ji dest daye binpê kirin. Polîsan, malbat bi awayekî derhiqûqî ji mala şînê derxist. Rojek piştre jî tacîza polîsan a li dijî konê malbatê ji bo şînê li ber deriyê malê vegirtibû domiya. Mela Saît Ozdemîr (65), diyar kir ku astengkirinên li dijî cenazeyan û bîranîna miriyan ne di ola Îslamê de ne jî di hiqûqê de cihê wê nîne.
Misilmantî li ku ma?
Ozdemîr da zanîn ku di hemû ol û baweriyan de şîn tiştekî pîroz e û got:“Ji Hz. Adem heta roja me di tu ol û baweriyan de şîn nehatine astengkirin û pêşiya kesên çûne şînê nehatiye girtin. Ziman, ol û baweriya wan çi dibe bila bibe mafê her kesî yê şîngirtinê heye. Tiştên niha tên kirin, li gorî ola Îslamê guneh in. Ev tiştên bi navê olê tên kirin li dijî olê ne. Bila Diyanet li ayetên Xwedê binêre. Em tu kesekî înkar nakin, rêzê ji bo hemû zimanan digirin. Heke Xwedê bixwesta dê hemû kesan weke yekbawerî, yekziman û yekol biafiranda. Em kesên li dijî vê tevdigerin şermezar dikin.” Ozdemîr anî ziman ku her kesên ji xwe re dibêjin “Ez Misilman im” divê rêzê ji bo mafê şîngirtinê bigire û got:“Îro astengkirina şînan ne tenê ji hêla olê ve, li gorî hiqûqa hemdem jî sûc e. ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ heye. Em banga ‘bila kesek nemire’ dikin lê çima şînên me tên astengkirin? Mizgeft, malên Xwedê ne, ma dibe li xelkê mazlum werin girtin? Ew mizgeft, malên mirovahiyê ne. Yên ku divê rehmê li mirovan bikin, zilmê lê dikin. Nabe ku mala şînê li tu kesekî bên girtin, ev rewş zirarê dide pêvajoyê. Divê Meclisê berê xwe bide gel û neraîzîbûnê nîşanî van tiştên li ser navê olê tên kirin bide. Dibe ku bawerî û îdeolojiyên me ji hev cuda bin lêbelê dema em mirin, em tevek evdên Xwedê ne. Kesên şînan asteng dikin sibe wê çawa biçin hizûra Xwedê? Bana min li wan ew e ku bi Qur’anê bikin.”
Guneha herî mezin e
Ozdemîr, diyar kir ku divê “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” têkildarî astengkirina mafê şînê û sûcên li dijî bîranîna miriyan lêkolînê bike û got:“Ev yek ji bo aştî û xwişk-biratiyê mecbûriyet e. Bila li her çar pirtûkên pîroz binêrin, di tu yek ji wan de sepaneke wiha tune ye. Îro li Cizîrê mirov nikarin şîna xwe deynin. Kesên van sepanan dikin jî îdia dikin ku bi navê Îslamê wiha dikin; lê yên şîna wan tê astengkirin jî Misilman in. Bila li hiqûqa gerdûnî binêrin, di tevan de ev kiryar sûc e. Li gel astengkirina cenaze û şînan, salên dirêj gorên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane tên texrîbkirin û rûxandin. Divê dev ji van sepanan berdin. Divê rêzê ji bo bîranîna miriyan bigirin. Di Îslamê de cihê rûxandina goran tune ye. Dibe ku wekî te nefikirim lê êrişa li dijî cenazeyan guneha herî mezin e. Ev yek bi qasî kuştina mirovekî guneh e. Hewceye mele rastiyan bibêjin. Weke melayekî ez pê mikelef im ku rastiyan bibêjim. Nexwe sibe du sibe ez ê di hizûra Xwedê de hesabê vê bidim.”
MA/ŞIRNEX