Serdestiya şirketên Tirk li Başûr

Çarşem 31 Kanûn 2025 - 03:40

Serokê Yekitiya Hawirde û Hinardekirina Herêma Kurdistanê Mistefa Ebdulrehman di civînek çapemeniyê de amarên kar û çalakiyên saziya xwe yên sala 2025’an eşkere kir.

Mistefa Ebdulrehman diyarkir ku wan di nava salê de karîne pêdawîstiyên welatiyan li nava bazaran de peyda bikin û tevlî xurtkirina jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê bibin.

Her wiha diyarkir ku wan zêdetir giringiyê bi berhemên navxweyî dane û got:“Bi vê armancê me endamên xwe teşwîqî avakirina kargehên cûda cûda kirine daku berhemên navxweyî zêdetir bibin.” Mistefa Ebdulrehman diyarkir ku heta niha destûra avakirinê bi 4 hezar û 863 kargehan hatiye dayîn. Her wiha diyarkir ji sedî 44’ê wan şîrketên biyanî ku destûra karkirinê li Herêma Kurdistanê pê hatine dayîn, şîrketên Tirkiyeyê ne. Piştî wê Îran ji sedî 10, Amerîka ji sedî 6, Ingilîstan ji sedî 5, Urdun ji sedî 4, Îmarat ji sedî 4, Erebîstana Siudî û Qeter jî ji sedî 3 ne.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.