Divê Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve

Duşem 15 Kanûn 2025 - 03:45

  • Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso anî ziman ku Tirkiye qala çareseriya li Sûriyeyê dike, lê belê êrişkariyê dike, komên radîkal sor dike û got, "Eger Tirkiye daxwaza çareseriyê dike, divê bi Rêveberiya Xweser re hevdîtinê bike û ji xaka Sûriyeyê derkeve."

Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso derbarê rewşa dawî ya li Sûriyeyê, peymana 10’ê Adarê û gefên rayedarên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê de, axivî.

Xerîb Hiso bi bîr xist ku Hikûmeta Veguhêz a Suriyeyê di salekê de bawerî nedaye gel û got: “Îradeya gel li ber çavan nehat girtin. Sûriye welatekî yek netew û yek ol nîne. Gelek çand û pêkhate hene. Lê  ev hatin înkarkirin, neyên qebûlkirin. Hikûmeta Veguhêz şopa rejîma Baas'ê dişopîne. Komkujî çêbûn, hikûmeteke ku navê veguhêzbûnê li xwe kiriye, lê ji bo veguhestinê tu tişt nekiriye. Komên çete yên wekî DAIŞ’ê ber bi dawîbûnê ve diçûn, lê xwe nû kirin, niha di nava hikûmetê de ne. Hikûmeta veguhêz wê çi feyde ji van koman bibîne? Lewra gelê Sûriyeyê sala yekemîn bi êş derbas kir.”

Xerîb Hiso destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de peymana 10’ê Adarê hatibû îmzekirin û bandor çêkiriye, lê Şamê gavên  pêwîst neavêtine û wiha dom kir: “Dema mijar dibû Sûriye, hemû hêzên herêmî û navnetewî bal dikişandin ser peymanê. Peyman çareseriyeke demokratîk, modelek nû pêş dixe. Di xala yekemîn de hemû pêkhateyan binav dike û Şera jî îmze kiriye. Lê li ser erdê ev neketiye meriyetê. Pirsgirêk li Şamê ye, dema dor tê pêkanîna wê, paş de gav diavêjin, pêdiviyên peymanê pêk  nayînin.”

Hevserokê PYD’ê da zanîn ku ew ji bo çareseriyê amade ne, lê Tirkiye pêşî digere û wiha pê de çû: “Ji bo pêkanîna hemû madeyên peymanê, şandeyên me hazir in. Peyman wê engtegrasyonê çêbike, lê ev demokratîkbûn e, tenê parastin nîn e, beşên civakî, siyasî, aborî, jin û ciwanan hene. Mixabin ew tenê di aliyê leşkerî de israr dikin. Tirkiye pêşiya pêkanîna peymana 10’ê Adarê digire. Sûriyeyê wekî parêzgehek xwe dibîne. Wisa nabe, tenê dibêje ‘peymana 10’ê Adarê, peymana 10’ê Adarê’. Em ê peymanê  bi Şamê re jiyanî bikin. Eger Tirkiye di peymanê de israr dike, bila alîkar be, gefan neke. Peymanek hatiye îmzekirin û ev ji bo Sûriye û welatên cîran baş e. Tirkiye her tim dibêje ‘em ê QSD’ê bêçek bikin’. Ev merhele derbas bû. QSD’ê bi Şamê re gihişte astekê. Hemû derdoran erênî nirxandin, lê niha ji aliyê Şamê ve sekiniye. Li gorî min Şam û Tirkiye nahêlin peyman bikeve pratîkê. Hakan Fîdan gefan li îradeya me dixwe. Berdevkê AKP’ê jî gefan dixwe. Ev keyfa komên tundrew ên nîjadperest tîne. Êrişî îradeya me dikin, gotinên nexweş dibêjin. Ev êrîş hêza xwe ji vê siyasetê digirin. Komên cur bi cur sor dikin û bi ser me de dişînin. Li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç heye. Kiryarên herî xirab li Efrîn û Serêkaniyê têne kirin da ku penaber venegerin. Hevdîtinên Rêveberiya Xweser û Şamê çêdibin, lihevkirin derdikeve pêş, lê  Tirkiye mudaxele  dike. Bi vî şêwazî tifaq çênabe.”

Xerîb Hiso bi bîr xist ku Tirkiye di nava pêvajoyeke nû ya hewldanên aştiyê de ye, lê li Sûriyeyê tu gavên li gorî vê pêvajoyê neavêtine, lewma ev dibe metirsiyek.

ANF/QAMIŞLO/DÎREN FIRAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.