Dewleta Tirk rola neyînî dibîne

Sêşem 30 Kanûn 2025 - 09:30

Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê, komên çekdar dibin navê HTŞ’ê de hatin ser desthilatê. Piştre van komên çekdar yekser li dijî Kurdan, Elewî û Durziyan dest bi êriş û komkujiyan kirin. Xwestin hikûmetek tûndrew avakin daku herkes serê xwe li ber biçemîne. Lê berxwedana gelê Kurd û QSD’ê rê li vê hişmendiyê girt û neçarî lihevkirina 10’ê Adarê hat kirin. Lê heta niha jî ji ber destwerdanên rasterast yên dewleta Tirk xalên vê lihevkirinê ji aliyê hikûmeta veguhêz a Şamê ve nehatine bicihanîn. Di derbarê mijarê de Mamostayê Zanîngeha Raperînê Hilmî Resûl axivî. Hilmî Resûl da diyarkirin ku Ehmed Şer ne bi hilbijartinê hat ser desthilatê û got:“Ew bi awayek demkî ji bo desthilatê hatiye diyarkirin, lê dixwaze bi piştgiriya welatên Erebî û herêmî cihê xwe yê di desthilatê de qayîm bike. Pirsgirêkên Ehmed Şer ne tenê li gel Kurdan, li gel hemû pêkhateyên Sûriyeyê de heye. Aramiya Sûriyeyê bi vî şêwazê ku Ehmed Şer dixwaze çênabe, pêwîste dest ji destên derve berde û bibe xwedî îradeya xwe. Desthilata demkî ya Sûriyeyê di gotinî de dibêje ewê mafên gelê Sûriyeyê biparêze. Lê di rastiyê de tiştek dine. Ev yek ji bûyerên sala borî û çend rojên borî de eşkere bû ku ew jî êrişkirina li ser Durziyan û teqandina mizgefta Elewiyan bû. Yek ji pirsgirêkên din ên şer eleqeya xwe bi pirsgirêkên navxwe yên desthilata wî ve heye, ji ber ku fikra tûndrew tê de serdest e. Beşek ji wan dixwazin li ser desthilatê bin û ji bo gihiştina vê armancê jî xwe ji tiştekî nadin paş. Ferzkirina her projeyek ji derve li ser navxweya Sûriyeyê wê bi xwere nearamiya navxweyî bîne.”

Ew ê rûbirûyê îradeya gelan bibe

Hilmî Resûl îşaret bi destwerdanên dewleta Tirk ên li ser bicihanîna xalên Lihevkirina 10’ê Adarê ya di navbera Mazlum Ebdî û Ehmed Şer de kir û got:“Tirkiye di pirsgirêkên navxwe yên Sûriyeyê de xwedî rolek nerêniye. Rê nade lihevkirin çêbe. Bi serdana rayedarên Tirkiye ya ji bo Şamê re li Helebê şer derket. Bi lihevkirina desthilata Şamê ya li gel Rojavayê Kurdistanê re wê aramî çêbe. Sîstema rêveberiya Rojava başe û ezmûna li Başûrê Kurdistanê dubare nekiriye. Bi vê çendê jî kariye saziyên xwe ava bike û aboriya wê jî ji bo xizmeta civakê be. Saziyên siyasî û leşkerî avabûne. Ger hêzên Şamê êrişî ser Rojava bikin wê bişkin û li îradeya bihêz a gelan rast werin. Pêwîste lihevkirina ku di navbera her du aliyan de pêkhatiye bikeve pratîkê. Ger lihevkirin bisernekeve wê DAIŞ carek din serî hilde û rê li ber şerek nû veke. Dewleta Tirk astengiya sereke ya bicihanîna vê lihevkirinê ye. Ew dijbertiya aliyê Kurd dike. Bi vê hişmendiyê wê nikaribe gelên Sûriyeyê were birêvebirin. Pêwîste pirsgirêkên Elewî û Durziyan jî werin çareser kirin. Daxwaza Kurdan jî Sûriyeyek nenavendî ye da ku dûrî desthilatek dîktator be.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.