Bertek nîşanî Pakêta Darazê dan
Duşem 29 Kanûn 2025 - 03:10

Hiqûqnasên ku bal kişandin ser 11'emîn Pakêta Darazê ku girtiyên siyasî li derveyî çarçoveya wê hatine hiştin, diyar kirin ku pakêt li gorî bendewariyan nîn e û pirsîn: “Gelo ev pakêt bi rastî berhema hişmendiyek demokratîk e?”
Bertekên li dijî 11'emîn Pakêta Darazê ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê, berdewam dikin. Ev pakêt rê li ber berdana bi hezaran kesên ku ji ber gelek sûcan di girtîgehê de ne vedike, lê girtiyên siyasî nahewîne.
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Wanê parêzer Mehmet Salîh Coşkun û endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Erhan Çîftçîler, rave kirin ku pakêteke ku girtiyên siyasî nehewîne, mirov nikare behsa wekheviya înfazê bike.
Mehmet Salîh Coşkun destnîşan kir ku 11'emîn Pakêta Darazê ku bi rojan hem di komîsyonê de hem jî di Meclisê de hat nîqaşkirin, pakêteke ne li gorî bendewariyan e û ev tişt got: “Nexasim têkildarî bendewariyên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tu verastkirin tê de nîn in. Ev pakêt tenê ji çend guhertinên di qanûna parêzeriyê de û verastkirinên têkildarî biryara darazê ya hin dadgehan pêk tê ku wekî berdewamiya verastkirina Covid-19’an tê zanîn. Di verastkirina Covid-19’an de dîsa wekheviya înfazê tune bû, gelek sûc li derveyî wê hatibûn hiştin. Di vê pakêtê de jî bi heman rengî li derveyî çarçoveyê hatin hiştin. Mayîna girtiyên nexweş ên siyasî ya li derveyî pakêta darazê jî nayê qebûlkirin. ”
Endamê OHD’ê Erhan Çîftçîler jî ev tişt got: “Divê Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva xwe bibîne û civak li gorî vê tevbigire. Kesên ku dê zirarê bidin civaka demokratîk û pêşketina wê asteng bikin tên berdan. Ji ber vê yekê ye ku tu têkiliya vê pakêtê bi pêvajoyê re tune ye.”
MA / WAN / LUTFU PALA















