DEDAŞ zilmê dike
Pêncşem 11 Kanûn 2025 - 03:15

DEDAŞ, bi hinceta "xerckirina êm" bi mîlyonan TL ceza li nêzîkî 600 mal û kargehên li gundê Heşêrî yê Qoserê birî. DEDAŞ'ê ku qîma xwe bi vê jî neanî, ceza li ocaxa tenduristiyê ya li gund jî birî.
Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li Mêrdînê welatiyan mexdûr dike. DEDAŞ ku li gelek navçeyan bi hinceta "xerckirina kêm" dest bi cezayên "bikaranîna neqanûnî ya elektrîkê" li aboneyan kiriye, tevî nebûna delîlan jî, van kiryaran didomîne. Di demên dawî de, DEDAŞ li gundê Heşêrî yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê ku bi qasî 600 mal lê hene, ceza li hemû aboneyan biriye. Piştî ku bi hinceta "xerckirina kêm" fatûreyên "bikaranîna neqanûnî" ji hemû aboneyên gund re hatin, DEDAŞ'ê qîma xwe bi vê jî nanî, vê carê rabû li Navenda Tenduristiyê ya Malbatê ya Dikmen û dermanxaneyê jî ceza birî.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, DEDAŞ li her maleke gund ji 70 hezar TL'yî heta 90 hezar TL'yî cezayên darayî û li kargeh û depoyan jî ji 100 hezarî TL'yî heta 150 hezar TL'yî cezayên darayî biriye. DEDAŞ, her wiha li kargeh û depoyên ku ji 10 metrekareyan pêk tên û tenê ampûlê pêdixin jî heman ceza birine û paşê du rojan elektrîka tevahiya gund qut kiriye. Piştî tedbîrên qanûnî yên niştecihan, elektrîk bi awayekî qismî hatiye berdan, lê peyamên ku ji niştecihan re hatine şandin nîşan didin ku ji ber derengmayîna dayîna deynan dê ceryana wan dîsa were qutkirin.
Îbrahîm Kovan, dermansazê gund ku DEDAŞ'ê ceza li wî jî biriye, diyar kir ku wî tu "bikaranîna neqanûnî" nekiriye û dîsa jî 136 hezar TL ceza lê hatiye birîn.
Cotkar Bedîr Ertaş anî ziman ku tevî ku li cihê karê wî tenê ampûlek heye û wekî depo bi kar tîne jî, 120 hezar TL cezayê pereyî lê hatiye birîn û got: "DEDAŞ zilmê dike."
MA / MÊRDÎN / AHMET KANBAL














