Dixwazin gorên zarokên xwe nû bikin
Çarşem 20 Tebax 2025 - 03:35
Di 15ê Tebaxa 1984an de gerîlayên PKK’ê li navçeya Dihê ya Sêrtê çalakiya yêkemîn a çekdarî pêk anîn. Di ser çalakiyê re 41 sal derbas bûn. Di van 41 salan de gelek şehîd çêbûn. 17 hezar mirov ji aliyê endamên JÎTEMê û hîzbî Kontra ve hatin qetilkirin. Piştre malbatan ji bo zarokên xwe gor û goristan çêkirin. Lê leşkeran êrîşî van gor û goristanan kir û kêlên goran şikandin. Herêma Mêrdînê bi taybetî Çiyayê Bagokê gelek caran bû şahidê berxwedana gerîlayên PKK’ê. Di şerê li Çiyayê Bagokê de bi sedan gerilayên PKKê şehîd bûn. Malbatan cenazeyên gerîlayên şehîd, li goristana Heciyan a navçeya Nisêbînê kom kirin û goristanek ava kirin. Lê leşkeran êrîşî goristanê kirin û kêlên goran tev şikandin. Piştî 2015’an OHAL dîsa hat îlankirin û gelek qad hatin qedexekirin. Di vê pêvajoya qedexeyan de leşkeran gelek gor û goristan rûxandin. Yek ji van goristanên hatin rûxandin jî Goristana Heciyan a Nisêbînê ye. Ji ber ku hemû kêlên goran ên ku navê gerîllayên PKK’ê li ser hatibûn nivîsandin, hatine şikandin, êdî malbat gorên zarokên xwe nas nakin. Malbatên ku niha dixwazin goristanê û gorên zarokên xwe ji nûve restore bikin, dîsa rûbirûyê astengî û qedexeyên dewletê tên û nikarin gorên zarokên xwe nû bikin.
AW/OMER DEMÎR