Bi 'mirinan' re hevrûbûn divê

Çarşem 12 Mijdar 2025 - 03:40

Tevî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO merasîmên cenaze û sersaxiyê yên li Şirnex û navçeyên wê bi fermana Waliyê Şirnexê tên astengkirin û kesên ku beşdarî merasîmên sersaxiyê dibin bi êrişên polîsan re rû bi rû dimînin. Polîsên ku herî dawî li Şirnexê êrişî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferhat Tûnç (Xebat Goyî) kirin, hewl dan ku şîna wî asteng bikin. Pêkanînên piştre jî bi vî awayî berdewam kirin; ji gerîlayên HPG’ê Ugur Daniş (Demhat Feraşîn), Vedat Acar (Cesur Sipîndarok), Fesîh Varol (Şiyar Destîna Zana) û gerîlaya YJA-Starê Bêrîvan Katar (Rêvan Aslan) jî sersaxî hatin astengkirin. Li Mêrdînê der barê 60 kesên beşdarî merasima sersaxiyê bûne û dirûşmeya berz kirine, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" lêpirsîn hat vekirin û li kesekî 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Lêkolîner Şîlan Bîngolê ku binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî miriyan û êrişên li ser merasîmên cenaze û sersaxiyê nirxand, diyar kir ku rêûresmên mirinê di dîrokê de ji bo bîrê hemû civak, çand û baweriyan de girîng in û got:"Rêûresmên mirinê ji bo ku civakan piştî windahiyekê bi hev re bihêle û hevgirtinê ji nû ve ava bikin girîng in. Divê mirov ji van pêvajoyan derbas bibin da ku xemgîniya xwe derbas bikin. Bi vî rengî, her çand û pergala baweriyê rêûresmên xwe yên mirinê hene, her çend cuda bin jî, bi awayekî kolektîf şîn tê danîn. Ev rêûresm ji qebûlkirina mirinê wekî veguhestinekê xwe dide der. Wekî veguhestinê dîtina mirinê, hem ji bo ruh bi liyaq derbasî aliyê din bibe hem jî ji bo yên mayî aram bimînin girîng e." 

Mirî kirdeya herî girîng a aştiyê ne 

Şîlan Bîngolê anî ziman ku rêûresmên mirinê ji bo afirandina bîra kolektîf û parastina nasnameyan xizmet dikin û ji ber vê yekê desthilat dixwaze vê bîranînê di bin kontrolê de bihêle û got:"Desthilat ji bo manîpulekirina vê bîranînê an jî jibîrkirina wê, li dijî bîranînan gelek şêwazên tundûtûjiyê bi kar tînin. Ev berxwedanê diafirîne û em dibînin ku şîn dibe siyasî. Li vir, bîra kolektîf dest bi ji nû ve avakirina xwe dike. Bi vî rengî, ew dibe qadeke berxwedan û têkoşînê." Şîlan Bîngolê destnîşan kir ku şer, komkujî, mirin û ji mirinê wêdetir, tundûtûjiya bi armanca mirinê mafên miriyan û xizmên wan binpê dike û got:’’Her çend peyva kirde ji bo danasîna zindiyan ji bo aştiya mayînde were bikaranîn jî, di van pêvajoyan de mirî dibin kirdeyên herî girîng. Ji ber ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan da ku vê pêvajoyê bi dest bixin. Bi rastî, di demekê de bi saya wan behsa aştiyê tê kirin. Û di vê gavê de, gelek neheqî û bêedaletî çêdibin. Ji ber vê yekê, ji bo ku aştiya rastîn were bidestxistin, divê pêşî mafên miriyan werin dayîn. Ji ber ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan da ku vê pêvajoyê bi dest bixin. Bi rastî, di demekê de bi saya wan behsa aştiyê tê kirin. Bi bikaranîna zimanekî rast, divê mirinên siyasî werin rewakirin, divê tedbîrên pêwîst werin girtin û malbat karibin şînê bigirin. Berê jî pêvajoyên aştiyê hebûn, lê ji bo aştiyeke mayînde, divê em bi van mirinan re rû bi rû bimînin. Ji bo vê yekê, mekanîzmayên ku desthilat û dewlet gav bavêjin hene." Şîlan Bîngolê anî ziman ku divê "Komîsyona Lêkolîn û Hevrûbûna Heqîqetê" were avakirin da ku edaletê ji miriyan re peyda bike û got:"Bi taybetî malbat li Kurdistanê êşên mezin kişandine. Ew neçar in ku dema ku ew nekarîne bi hevrûbûnê re rû bi rû bimînin, behsa aştiyê bikin. Tewra di demeke wisa de jî, êrişên li ser sersaxiyê hene. Heta ku ev berdewam bike, pêvajo dijwar dibe. Ev, astengiyek e. Em vê yekê hêvî dikin: dema ku em dibêjin, 'Bila hevrûbûn bi vê re çêbibe, bila divêtî pêk bên' ev dîsa diqewime. Divê dewlet û desthilat dawî li vê tundûtûjiyê bînin."

MA/AHMET KANBAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.