Piştî bangê em bi azadî dijîn
În 28 Mijdar 2025 - 03:40

Piştî banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27’ê Sibata îsal û destpêkirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk, hêviyek mezin bi giştî gelê Kurd û taybetî jî şêniyên Binarê Qendîlê re çêbûye. Di derbarê bandora pêvajoyê ya li ser jiyana wan a rojane de şêniyên Binarê Qendîlê nêrînên xwe anîn ziman. Mihemed Emîn di derbarê giringiya pêvajoya aştiyê de got:“Ev pêvajoya aştiyê ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo netewên din jî gelek giring e. Ji ber ku bi vê pêvajoya ku Rêber Apo dayî destpêkirin re derfetê hevre jiyana gelan peyda bûye.”
Mihemed Emîn da diyarkir ku Binarê Qendîlê hertim di jêr bombebarana welatên dagirker de bû û got:“Lê niha bi vê pêvajoya aştiyê re hêviyek zêde bi xelkê van gundan re çêbûye. Niha welatî li Qendîlê dikarin bi azadî bijîn û gundên xwe ji nûve avakin. Ev pêvajo bûye wesîle ku xelkên gundan yên ku li bajaran dimînin, dubare vegerin ser gundên xwe û gundên xwe ji nûve avakin.” Mihemed Emîn da zanîn ku ew niha bi saya destpêkirina pêvajoya aştiyê jiyana xwe ya rojane bi rehetî bêy tirs di nava aramiyê de dijîn.
Jina bi navê Leyla Osman jî da diyarkirin bi destpêkirina pêvajoya aştiyê re xelkê Qendîlê bi rehetî dijîn û got:’’Bombebaran sekinîne, xelkê gundan vedigerin ser gundên xwe. Ger bi vî rengî berdewam bike û dawî li bombebaranan were anîn wê xelkê gundan yên li bajaran dimînin carek din vegerin ser gundên xwe û ji nûve avakin.” Leyla Qasim eşkere kir ku Tevgera Azadiyê pêngavên ku pêwîst bûn avêtiye û got: “Lê dewleta Tirk ti pêngavek neavêtiye. Pêwîste dewleta Tirk jî niyet başiya xwe ispat bike, Rêber Apo û tevayî girtiyên siyasî azad bike. Pêwîste tevayî gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava têkoşînê de be.”
ROJNEWS/QENDÎL













