Bê bextî ya KDP heya keî?

Seevan SAEED nivîsand —

Çarşem 31 Tîrmeh 2024 - 00:44

Zêdetirî 78 sal dibe ku PDK hatiye damezrandin. Nêzîkî 70 salên têkoşîna wê ya bi navê; PDK bi hemû dijminên sereke yên Kurd û tevgerên rizgarîxwaz ên Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê re hevkariyê dike. PDK hatiye bikaranîn. Ji aliyê hemû dewletan ve. Di Umrê xwe de, hema hema digel hemû partî û tevgerên Kurdistanî li seranserê Kurdistanê de, ketiyîe nava Şer û pevçûn û li ser hemiyan êrîş kiriye û bi dujmin re alîkarî li dijî wan kiriye. 

Di sala 1967’an de PDK û bi fermandehiya rasterast a Mistefa Barzanî çend serkirdeyên mezin ên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê hatin îdamkirin û radestî rejîma Îranê hatin kirin. Rêberê herî navdar Silêman Moeini yek ji wan serkideyên bû. Di heman demê de, Dr. Şivan (Seîd Qimrizî Toprak) ku pêşengê tevgera Kurd li Tirkiyê bû, weke diyariyek ji bo Saziya Îstixbarat a  Tirk (MÎT) hate îdamkirin.  Piştî sala 1979an ku rejîma Îslamî ya Îranê şoreşa gelên Îranê ji xwe dizî û xebatê gel û hêzên Kurdistanî ji holê rakir, PDK’ê bi êrîşa li ser gelê Kurd li Rojhilat dest bi xizmeta rejîma Îslamî kir. Di sala 1996an de PDK’ê tank û artêşa rejîma Sedam vexwend Hewlêrê ku êrîşî YNK’ê û hemû tevgerên opozîsyonê yên li Iraq û Başurê Kurdistanê bikin. Ev çend mînak û mînakên din dikarin me bidin bawer kirin ku meseleya xiyaneta PDK’ê û malbata Barzanî ya li hember xebata azadiya Kurdistan  û tevgera wê ya azadîxwaz pir zelal e. 

 Lazim e ku gumana kesî tune bê ku PDK xizmeta dijminên Kurdistanê dike. PDK û malbata Barzanî êdî hevkariya xwe ya bi artêşa dagîrker a Tirk re venaşêrin ku hemû xebatkar  û azadîxwazên hemû parçeyên Kurdistanê hedef bigrin û êrîş bikin. 

Tiştê ku di vî warî de min dilteng dike, hêvî û armanca tevgera azadiya Kurdistanê ye ku heta niha jî dixwaze ku KDP dûrî hevkarî û xizmetkirina dijminan bike,  wî vegerîne xeta welatparêzî û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Ev bi rastî ne realîstîk e û qet jî çênabe. Ya rastî ew e ku Ji bo ku PDK’ê ji xeleka hevkarî û xizmeta dijminên Kurd û Kurdistanê derkeve;  êdî dereng e. PDK Nikare dîsa were ser rîya rast. Nikare dest ji xiyanet berde. 

Lewma pêwîstiya tevgera azadiya Kurdistan bi têkoşîneke rast û cidî heye ku bi awayekî eşkere li hember dijmin û hevkarên ku bi rastî jî ji dijminan zêdetir zirarê didin têkoşînê; bisekine.  Ez fêm dikim ku piraniya gelê Kurd ji PDK’ê û xiyaneta wê ya li dijî tevgera azadiya Kurdistanê aciz in.  Lê çalakiya rast ji aliyê tevgerê ve pêwîst e. Gelê Kurd bi taybetî li başûrê Kurdistanê hêviyên xwe ji her tiştî û her kesî winda dike. Ji bo başûr hêvî tenê Tevgera Azadî ya Kurdistanê ye, ku bi rastî jî vê derfetê ji bo rastkirina xeletiya 80 salên dawî ya têkoşîna netewî ya Kurd li başûrê Kurdistanê bi kar bîne. Ger ev derfet kêrhatî neyê birêvebirin, dê mesele aloztir bibe û hêviya gel bi tevahî winda bibe. Ez hêvî dikim ku Tevgera Azadî ya Kurdistanê di vî warî de bi cidî tevbigere.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.