PDK nahêle rojnamevan vegerin

Sêşem 11 Sibat 2025 - 03:10

Zextên PDK’ê yên li Başûrê Kurdistanê li ser rojnamevan, çalakvan, mamosta, karmend û welatiyan her ku diçe girantir dibin. Pêr mamosta û karmendên nerazî yên li Silêmanî, Helebce, Raperîn û Koyeyê biryar dabûn ku çalakiya xwe bibin nava Hewlêrê. Lê mamosta û karmendên berê xwe da bûn Hewlêrê, li seytereya Dêgele ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatibûn astengkirin. Gelek rojnamevan jî ji Silêmanî û Hewlêrê ji bo şopandina çalakiya mamostayan, berê xwe dabûn seytereya Dêgele. Piştî ku PDK’ê rê neda mamosta derbasî Hewlêrê bibin, gelek rojnamevanên ji Hewlêrê jî hatibûn cihê çalakvanan, nekarîn derbasî Hewlêrê bibin. Li gorî agahiyan gelek rojnamevanên ji Hewlêrê, niha li Silêmaniyê ne û nikarin vegerin Hewlêrê. Rojnamevan Nebez Reşad yek ji wan rojnamevanên Hewlêrê bû ku niha li Silêmaniyê ye û nikare vegere, li ser medya xwe ya civakî peyamek parvekir û got:“Ez ji aliyê rayedarên Hewlêrê ve hatim derxistin û nahêlin ez vegerim. Piştî şopandina çalakiya mamostayan ya li Dêgele, nehiştin em weke rojnamevan carek din vegerin Hewlêrê û em niha li Silêmaniyê ne. Ez ji bo mêvandariyê spasiya hemû hevalên xwe yên rojnamevan dikim.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.