Vê birînê bi Yekîtiya Netewî bikewînin
Duşem 1 Îlon 2025 - 03:15
- Di dîroka gelê Kurd de gelek bûyerên bi êş ên mezin û bûne sedema birînên kûr di nava Kurdan de çê bikin pêk hatine. Ji vana jî yek jê 31’ê Tebaxa 1996’an e. Di roja îro de aliyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê dikarin vê birînê bi Yekîtiya Netewî bikewînin.
Sal ji ser bûyerên 31’ê Tebaxa 1996’an derbas bûn. Ji ber şerê di navbera YNK û PDK’ê de tankên rejîma Baasê careke din kolanên Hewlêrê dagir kirin. Di raperîna li dijî rejîma Başar de gelê Başûrê Kurdistanê piştî têkoşîna bi dehan salan û berdêlên mezin beşek mezin a xaka Başûr rizgar kir û bêhna azadiyê kişand. Lê nakokiyên di navbera partiyên Kurdan de ev şanaziya wan careke din qut kir û rûpelekek din ê bi êş vekir. Bi sedan kes hatin kuştin, bi hezaran kes koçber bûn.
Di sala 1991’ê de gelê Başûrê Kurdistanê di encama raperîna li dijî rejîma Baasê de, beşek mezin a xaka Başûr rizgar kir û cara yekem deriyê azadiyê vekir. Ev geşedan di dîroka Başûrê Kurdistanê re duryanek gelekî girîng bû, gelê herêmê wê xwe birêve bibiriya û bibûya îradeyek. Lewre raperîn li perçeyên din ên Kurdistanê jî bi serbilindî û kêyfxweşî hatibû pêşwazîkirin.
Aloziyên ku sala 1994’an destpê kirin, heta 1998’an dom kir û wekî noqteyek reş di dîroka Kurdistanê de cih girt. 31’ê Tebaxê careke din tanqên rejîma Baasê daketin kolanên Hewlêrê. Kurdan dîsa nekarîn pirsgirêkên xwe bixwe çareser bikin û bi riya Amerîkayê peyman îmze kirin, lê xaka ku hatiye azadkirin jî, bi awayekî fîlî bû du parçe.
Şerê navxweyî
Piştî raperînê, nakokiyên di navbera PDK û YNK'ê yên ku ji berê de hebûn, dewam kirin û di destpêka meha Gulanê ya sala 1994’an de veguherîn şeran. Şerê yekem li navçeya Ranyayê di dinavbera Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) de derket. Piştre ev şer belavî tevayî Başûrê Kurdistanê bû. Baregehên YNK’ê li Dihokê û yên PDK’ê jî li Silêmanî hatin girtin.
Roja 19’ê Gulana sala 1994’an li seyrangeha (Havînahawar) a bajaroka Pîrmam a Hewlêrê Odeya Çalakiyên Aştiyê hate avakirin. Piştî civîna Mesûd Barzanî û Kosret Resûl Elî biryara rawestandina şer di navbera herdu aliyan de hat dayîn. Lê ev biyar jî bê encam ma û şer dewam kir.
Roja 3’yê Hezîrana sala 1994’an SekreterêGiştî yê YNK’ê Celal Talebanî yekalî agirbest ragihand. Ev biryar li gel kontrolkirina navçeyên Qeladiz û Pêncwên a ji aliyê hêzên PDK’ê û Tevgera Îslamî ve hemwext bû.
Roja 31’ê Hezîrana heman salê bi amadebûna Celal Talebanî û Mesûd Barzanî Parlamentoya Herêma Kurdistanê civiya. Ev civîn karî heya astekê şer û aloziyan kêm bike. Lê heya dawiya sala 1994’an jî li hinek cihan navber bi navber pevçûnan dewam dikirin.
Sibeha 31’ê Tebaxê
Di sibeha 31’ê Tebaxê de hêzên artêşa Baasê ji Kerkûk û Musilê ber bi Hewlêrê ve ketin tevgerê. Jimara artêşa Iraqê digihişt 30 hezar leşker û 150 tanqan. Yekem şikestina hêzên YNK'ê li ser rêya Guwêr-Hewlêrê bû. YNK bêyî ku parastinê bike Hewlêr berda û rejima Baasê Hewlêr dagir kir. Tankên rejîmê gihiştin ber avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê.
Piştî ku YNK ji Hewlêrê bi paşde kişiya û ket destê PDK’ê û rejima Baasê, hêzên YNK’ê li gundê Kanî Wetman a ser bi bajarokê Dukanê bicihbûn. Roja 9’ê Îlonê jî YNK’ê Silêmanî berda û berbi sînorê Rojhilatê Kurdistanê ve paşde kişand.
Mehek piştî bûyerên 31’ê Tebaxê hêzên YNK’ê bi alîkariya Supayê Pasdarê Îranê carek din êrîş dikin û Silêmanî bidest dixin û heya nêzî Hewlêrê hatin. Lê rejima gef li YNK’ê kir ji wê zêdetir bi pêşde werin ew ê alîkariya PDK’ê bikin û carek din êrîş bikin.
Piştî van gefên rejima Baasê balafirên şer ên dewleta Tirk ji bo pêşî li pêşdehatina hêzên YNK’ê bigirin, li navçeya Koyê, Şeqlawe û Ranyayê êrîşî hêzên YNK’ê kirin. Bombebaranên Tirkiyeyê nehişt ku YNK bi pêşde biçe û li sînorên xwe yên berê bicih bû.
Di dîroka gelê Kurd de gelek bûyerên bi êş yên mezin û bûne sedema birînên kûr di nava Kurdan de çê bikin pêk hatine. Ji vana jî 31’ê Tebaxa 1996’an e. Di roja îro de aliyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê dikarin vê birînê bi Yekîtiya Netewî bikewînin.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN