Civîna MÎT Parastin û ENKS’ê

Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 03:05

MÎT, Parastin û ENKS’ê di 14’ê Kanûnê de li Hewlêrê civîneke hevpar lidar xistin. Di civînê de biryar hate dayin ku ENKS tevlî Tifaqa Kurd nebe. Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di 14’ê Kanûnê de MÎT, Parastin û ENKS’ê civîneke hevpar lidar xistin. Li gorî agahiyan civîn 3 saetan dewam kiriye. Hate diyarkirin di civînê de biryar hate dayin ku ENKS tevlî tifaqa Kurd a li Rojava nebe. Piştî vê biryarê, gotinên rêveberên ENKS’ê yên li dijî tifaqa Kurd zêde bûn. Hate destnîşankirin ku Barzanî û dewleta Tirk li hevkirine û ENKS jî li gorî vê biryarê tevdigere. Hêjayî gotinêye ku gelê Kurd li seranserê welat û Ewrûpayê ji hemû partiyên Kurdan dixwazin ku bibin yek û li Şamê nûnertiya Kurdan bikin. Lê ya balkêş ewe ku carek din PDK jî weke Îsmet Înonu û Hesen Xeyrî beriya 100 salan kirin, xwe daye kêleka dewleta Tirk a dagirker. Piştî ketina rejîma Esed li şûna ku PDK alîkariya Rojavayê Kurdistanê bike, deriyê Sêmalka li Rojavayê Kurdistanê ji bo alîkariyên mirovî girtiye û nahêle alîkarî bê şandin. Li aliyê din ENKS ku dibin serweriya PDK û dewleta Tirk de ye, heya niha jî bi Rêveberiya Bakur Rojhilatê Suriyeyê re lihev nekiriye.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.