Xwerêxistinkirin yekîtî û parastina rewa

În 14 Mijdar 2025 - 03:47

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi wesîleya 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya YBŞ’ê bi vî rengî ye:“Îro 10 sal li ser yek ji rojên herî girîng ên di dîroka gelê me de derbas dibin; roja ku bajarê Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin. Ev rizgarî bi saya berxwedana qehreman a civaka me ya Êzidî yê serbilind, li kêleka hevalên xwe yên azadîxwaz ên ku di demên herî tarî de bersiva banga mirovahiyê dan, pêk hat. Ew roj xalek dîrokî û jidayikbûna serdemeke nû ya rûmet û îradeya azad a ji bo gelê me nîşan da. Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate kirin, di wijdanê hemû mirovahiyê de birîneke kûr bû. Bi zelalî mezinahiya gefê li ser hebûna civaka Êzidî û hemû gelên ku hesreta azadiyê dikin eşkere kir. Lê belê, îradeya jiyanê bi saya xwe rêxistinkirina ku me ava kir, yekîneyên me yên leşkerî yên dilsoz û îlhama me ji raman û felsefeya Rêber Apo ku rêya berxwedan, rêxistin û jiyaneke azad ji me re ronî kir, serket. Ji wê rojê heta niha, Şengalê rêwîtiya xwe li ser rêyeke tijî dijwarî û zehmetiyan domand, lê dîsa jî qet têkçûn nedît. Bi saya fedakariya bi sedan şehîdên me yên hêja di nav refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) de, me karî bingehên rêveberiya xweser ava bikin û ruhê berxwedanê, ku bûye beşek yekgirtiya nasnameya gelê me, xurt bikin. Ev berxwedan ne tenê parastina axa Şengalê bû, di heman demê de parastina rûmeta mirovahiyê û jinên azad û siberojek ewle û serbixwe ji bo hemû civakên herema me bû.

Gef hîn jî berdewam in

Dema ku em dikevin dehsaliya duyemîn a piştî rizgarkirinê, gef berdewam dikin û dijmin – di nav wan de di serî de dewleta dagirker a Tirk û hevalbendên wê yên herêmî – berdewam dike ku destkeftiyên me hedef bigire û sembolên têkoşîna me têk bibe. Lê çawa ku me li çiya û deştan çeteyên DAÎŞ têk bir, em ê îro jî bi rêxistinbûnek mezintir, hişmendî û berxwedanek bênavber hemû hewldanên dagirkerî û xiyanetê têk bibin.

Di vê salvegera bi heybet de, em şehîdên xwe yên qehreman ên ku rêya azadiyê vekirin, ji Dilşêr, Egîd, Nûjîn, Medya, Berxedan, Argêş û Saîd bigire heta şehîdê dawî ku axa Şengalê bi xwîna xwe ya paqij av da, bi serbilindî û spasdariyê bi bîr tînin. Ev qehreman wijdanê zindî yê gelê me ne, em hêz û biryardariya xwe ji bo parastina civaka xwe û parastina destkeftiyên xwe distînin. Ji bo wê divê gelê me bizanibe ku; parastina vê mîrateya mezin berpirsiyariyeke kolektîfe ku li ser me hemûyane. Xwe rêxistinkirin, yekîtî û parastina rewa ya ax û rûmeta me garantiyên rastînin ji bo avakirina siberojek ku tê de cihê ferman û trajediyê tune be. Bila salvegera 10’emîn a rizgarkirina Şengalê bibe fersendek ku em refên xwe xurt bikin, soza xwe ya bi cangoriyan re nû bikin û hewldanên xwe ji bo avakirina civatek azad û demokratîk a hêjayî bîranînên wan bikin yek.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.