Di hişê me de xwedî wateyeke taybet e
Pêncşem 14 Tebax 2025 - 03:35
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê nivîskî şehîd Fermandar Nûreddîn Sofî bibîranî. YBŞ’ê ragihand ku Şehîd Nûreddîn Sofî pirek di navbera dilê gelan de bû û îspat kir ku têkoşîna azadiyê ne tenê bi parastina axê ve sînordare, lê di heman demê de parastina rûmet û hebûna mirovan jî dihewîne û got:“Civaka Êzidî wê bi spasdariyê wî bi bîr bîne û çîroka wî wekî sembolek fedakarî û dilsoziyê ji nifşên pêşerojê re veguhezîne.” Daxuyanî wihaye:“Bi dilên xemgîn û îradeyek tijî dilsoziya bi xwîna şehîdan re, me agahiya şehadeta Heval Nûreddîn Sofî, ku yek ji pêşengên Şoreşa Rojava û zarokekî dilsoz ê Kurdistanê bû, wergirt. Ew di her çalakiyek û xizmetek şoreşgerî de pêşeng bû, di qadên têkoşînê de fermandar û hevalekî dilwêrek bû û heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji bo doza azadiya gelên bindest, dilsoz bû.
Bi oxirkirina wî re, Şoreşa Rojava yek ji stûnên xwe yên bingehîn winda kir û di heman demê de Kurdistanê yek ji zarokên xwe yên qehreman çavnetirs winda kir, ku di bicihanîna erkê xwe yê li hember gelê xwe û doza wan de qet dudilî jiyan nekir. Lê belê, windakirina şehîd Nûreddîn Sofî di bîr û hişê civaka Êzidî de xwedî wateyek taybete, ji ber ku ew di dema fermana Êzidiyan li Şengalê de, di rojek ku mirin, dorpêçkirin û birçîbûn di heman demê de li hev civiyan, di nav yên pêşîn de bû ku ji bo hawar û alîkariya Êzidiyan beziya.
Dema ku rê hatin girtin û malbatên Êzidî di navbera çiya û dijmin de asê man, şehîd Nûreddîn Sofî di pêşengiya hewildanên vekirina korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de bû. Ew ne tenê derbasbûna rêyekê bû; ew rêyek ji mirinê ber bi jiyanê, ji bêhêvîtiyê ber bi hêviyê ve bû, bi saya wêrekî, biryardarî û baweriya wî ya kûr ku erkê mirovahî û netewî ji erkê şoreşgerî nayê veqetandin.
Di dilê gelan de pirek bû
Şehîd Nûreddîn Sofî pirek di navbera dilê gelan de bû û îspat kir ku têkoşîna azadiyê ne tenê bi parastina axê ve sînordare, lê di heman demê de parastina rûmet û hebûna mirovan jî dihewîne. Civaka Êzidî wê bi spasdariyê wî bi bîr bîne û çîroka wî wekî sembolek fedakarî û dilsoziyê ji nifşên pêşerojê re veguhezîne. Em, wek hêz û civaka Êzidî sersaxî û hevxemiya xwe ya dilsoz ji malbata wî ya birêz, ji hevalên wî yên di Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de û ji hemû gelên Rojava û Kurdistanê re pêşkêş dikin. Em soza xwe nû dikin ku emê şopa şehîdan bişopînin heya ku armancên ku wan xwe ji bo wê feda kirine bi dest bixin.’’
ROJNEWS/ŞENGAL