Fermandarekî sînor nas nedikirin

Şemî 16 Tebax 2025 - 03:40

  • Sîpan Hemo û Newroz Ehmed gotin:"Fermandar Nûreddîn Sofî yek ji wan fermandaran e ku di dîroka gelan de dubare nabe” û diyar kir, ku wî sînorên cih û demê derbas kirin û bandoreke ku nayê jibîrkirin li pey xwe hişt.

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Hemo û endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed ji Navenda Ragihandinê ya YPG'ê re der barê kesayet û têkoşîna fermandar Nûreddîn Sofî de axivîn. Sîpan Hemo got:“Ez heval Sofî berî 35 salan nas dikim, dema ku em di rêwîtiya tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyeyê de hev nas kir û li serê çiyayên Kurdistanê bi hev re rêwîtiyeke dirêj a têkoşînê destpê kir. Bîranînên wan salan bi zehmetiyên xwe yên dijwar û kêliyên bi qîmet nayên jibîrkirin.

Di şert û mercên herî tarî de, Sofî di nav refên HPG’ê de fermandarekî îlhamdar bû, bi sebir û baweriyeke bêdawî bi pêş ve diçû. Ew fermandarekî bêhempa bû, şehrezayî û wêrekî bi hev re dikir yek. Wî hemû taybetmendiyên erênî yên têkoşerekî şoreşger di xwe de kom kiribû; berxwedan, şehrezayî, wefadarî. Her kesê ku bi heval Sofî re hevdîtin dikir, hest dikir ku ew ji zû de wî nas dike. Heta bi zarokan re jî bi hestek hevaltiyê mijûl dibû. Di şoreşa Rojava de, xwedî roleke bêhempa û girîng bû. Ew yek ji kesên destpêkê bû ku bingehên vê şoreşê danî, li kêleka kesayetên nemir ên wekî şehîd Xebat û şehîd Rustem. Ew ne tenê beşdar bû; wî dîrok nivîsî, bingehên qonaxeke nû ya têkoşînê li Sûriyeyê danî.

Ji sala 2013`an û vir ve, heval Sofî yek ji rêberên pêşeng ên Rojava bû û li ser hemû hêzên leşkerî û parastinê şopek bêhempa hişt.  Em ji heval Sofî fêr bûn ka mirovekî azad çawa tê avakirin û çawa hişmendiya şoreşgerî ya rastîn ava dike. Wî ne tenê em perwerde kir ku em çekan hilgirin, lê di heman demê de em fêrkir ku em çawa ramanê bi kar bînin û mirovekî ku bi hişmendî û berpirsiyarî nirxên xwe biparêze, ava bikin.

Heval Sofî teoriya kuantumê û nakokiyên wê nas dikir, ne wekî teoriyek hişk, lê wekî felsefeyeke jiyanê. Heval Sofî teoriya kûantûmê ji bo zanîneke ziwa fêr nebû, lê belê di nakokiyên wê de kûr bû, analîz kir û encamên girîng derxist, dûvre ew xist xizmeta şoreşê, gel û Rêber de. Ew helbestvan, hunermend û endezyarekî civakî bû ku Rêber Abdullah Ocalan bi kûrahî dixwend û ramanên wî dixist xizmeta gel.”

Xwedî nêrîneke kûr a azadiya jinan bû

Newroz Ehmed jî wiha got:’’Heval Sofî xwedî nêrînek zelal û kûr a azadiya jinan bû, bawer dikir ku têkoşîna wan beşekî têkoşîna rizgariya giştî ye. Wî her tim digot "Hevalên jin xebata xwe didomînin, û ez naxwazim ji bo wan bibim asteng." Ev ne tenê gotin bûn; ew helwestek asê bû, ku di piştgiriya wî ya domdar û pêşniyarên avaker ên di derbarê têkoşîna jinan de, nemaze di nav refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de diyar bû. 

Wî di vê derbarê de lêkolînên kûr dikirin, têgihîştinek berfirehtir û piştgiriyek xurttir xwest. Di asta xebata hevbeş de, bi taybet di nav rêveberiya QSD`ê de, Sofî jîngeheke rehet afirand ku xebata kolektîf kir ezmûnek berhemdar. Wî me ber bi lêkolîn û pêşkeftinê ve bir, û girêdayî prensîbên hevaltiyê bû, ne wekî dirûşmeyek, lê wekî pratîkek rojane ku bingeha têkiliya di navbera hevalan de nîşan dide. Sofî fermandarekî rastîn bû. Ew rêberek gelêrî bû ku zehmetiyan nas nedikir, lê bi biryardariyek bê şik û guman li hember zehmetiyan radiwestiya. Di demên herî dijwar de, bi taybetî di êrişên dijwar ên li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de, ew bi raman û lêkolînên xwe amade bû, ne dûrî wan êşan bû, û êşa sivîlên ku di êrişan de şehîd bûn, paşguh nekir. Ew bi bêçalaktiyê razî nebû, lê di her tengasiyê de derfetek ji bo pêşkeftinê û di her êşê de toveke hêviyê didît. Şehadeta wî berpirsiyariyeke mezin danî ser me û em ê li pey şopa wî bin û xebata wî bidomînin, dilsozê giyanê wî rêya wî bin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.